Berxwedêrên Aşûrî li ser goristanê hatin bibîranîn
- 11:55 23 Sibat 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi armanca bîranîna berxwedêrên 23'ê Sibatê û tevahî berxwedêrên Xabûrê, Malbatên Şehîdên Aşûriyan li bajarê Til Temirê çûn serdana berxwedêrên 23'ê Sibatê.
Îro salvegera 4'emîn berxwedêrên Til Temirê ne. Di 23'ê Sibatê de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Til Temirê kiribûn û gelek kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Bi armanca bîranîna berxwedêrên 23'ê Sibatê û tevahî berxwedêrên Xabûrê, Malbatên Şehîdên Aşûriyan li bajarê Til Temirê çûn serdana berxwedêrên 23'ê Sibatê. Ji aliyê gelek kesan goristana berxwedêrên li Gundê Til Şinan ê Girêdayî Navçeya Til Temira Hesekê, ziyaret kirin. Di destpêkê de aşûriyan li ser goristanê nimêj kirin. Piştre Qesê Dêrê Baxos axivî û got:"Roja 23'ê Sibatê ji bo rojeke reş e. Lê em li dijî vê tarîtiyê bêdeng namînin û em ê her dem li berxwe bidin."
Piştî axavtina Qesê Dêrê, ji aliyê hevjîn û malbatên şehîdan gul li ser goran hatin dayîn.