Aşûriyan 23'ê Sibatê şermezar kirin

  • 11:46 23 Sibat 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Jin, zarok, kal û pîrên gelê Aşûrî ên bajarê Til Temirê bi meşekê 23'ê Sibata 2015'an a destpêka êrîşa li ser Til Temir ê û revandina ji 250'î kesî zêdetir  Aşûriyan, şermezar kirin. 
 
Di 23'ê Sibatê 2015'an de êrîş li ser Til Temirê hatibû kirin. Di encama êrîşan de ji 250'î zêdetir Aşûrî hatibûn revandin. Gelê Aşûrê yên ku cilên reş li xwe kiribûn, endam û rêvebirên partiyan bi meşekê ev rewş şermezar kirin.  Di meşê de mûm hatin vêxistin. Meş ji Partiya Aşûriyan a Demokratîk dest pê kir, li kolana Ş.Senherîb, çarexeriya Biratiya gelan geriyan û li Saziya Malbatên Şehîdên Xabûrê rawestiya. 
 
Diyana Sîmon axivî û wiha got:"Da ku îro em êrîşên li ser Til Temir û gundên Xabûrê şermezar bikin û şehîdên xwe bibîr bînin vê şevê em dimeşin. Ev roj di dîroka Aşûriyan re rojeke reş e, ji ber dayik, bav, xwişk û birayên me hatin revandin, taybet li gundê Til Cerîzê û Til Şemîram."
 
Diyanayê di dawiyê de bang li gelê Aşûrî yên li derveyî welat kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Til Temir êdî aram e û bi ewle ye, ez bang li gelê Aşûrî dikim ku vegerin welatê xwe, çimkî em bostek ji axa xwe ya bi xwîna şehîdan hatiye avdan bi dinyayê tevahî nadin."
 
Piştî axaftinê meş bi dawî bû.