Zarokê destên wî di alçiyê de û bi terlika di lingên xwe de flamaya HDP'ê li ba dike

  • 11:07 23 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Zarokê bi navê Firat Akyuz ku destên wî di alçiyê de û bi terlika di lingên xwe de flamaya HDP'ê li ba dikir bala objektîfê kişand ser xwe. 
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinên 31'ê Adarê de li Kerborana Mêrdînê HDP'ê çalakiya konvoyê li dar xist. Di wê demê de di bin baranê de 
Zarokê bi navê Firat Akyuz ku destên wî di alçiyê de û bi terlika di lingên xwe de flamaya HDP'ê li ba dikir bala objektîfê kişand ser xwe. Wêneyê Firat gelek bal kişand. Li ser vê yekê Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Kerboranê Mevlude Çelebî û Ahmed Înce çûn serdana malbata Firat. Piştî ku wêne nîşanî malbatê hat dayin kêliyên bi hestiyarî hat jiyîn. 
 
Dema ku li wêne tê nihêrtin ev gotinan tê bîra mirov:
 
"Bihesibîne ku ez zarokê di bin mêtingeriyê de me
Di nava zozanekî mezin de
Ez yê ku bi lingên tazî
Hinek şikestî hinek xeyidandî
Hinek jî asî lê dîsa jî di dilê min de valahiyek"
 
Wêne: Rojda Aydın