Selma Irmak: Bila zarokên me bi çîrokên bi Kurdî mezin bibin

  • 11:02 23 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak ku di girtîgehê de ye û ev 40 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi munasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek parve kir. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven Parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak ku di girtîgehê de ye ev 40 roj in di greva birçîbûnê de ye. Selma Irmak bi munasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek parve kir.
 
Peyama Leyla wiha ye:"Hafizaya her civakê ji çîrokên ku guhdar dike pêk tê. Pelandina zarokan a wê hafizayê bi guhdarkirina çîrokan dest pê dike. Bi qedexekirina çîrokan hûn nikarin xeyalên zarokên me tune bikin. Xeyalên zarokên me dîsa bidin wan. Bila zarokên me her roj bi çîrokek Kurdî mezin bibin. Bila zarokên me bi xeyalên xwe em jî bi wan re mezin bibin."