2'emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi dawî bû
- 10:57 23 Sibat 2019
- Rojane
KOBANÊ - Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi avakirina Meclîsa Koordînasyona Giştî ya Ciwanên Rojhilata Navîn û encamnameyê bi dawî bû.
Duyemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê bi dirûşma "Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pir reng û demokratîk ve" di roja sêyemîn de bi dawî bû.
Di konferansê de Meclîsa Koordînasyona Giştî ya Ciwanên Rojhilata Navîn hate avakirin û 40 endamên wê hatin hilbijartin.
Konferans bi xwendina encamnameyê ya bi zimanê Kurdî û Erebî bi dawî bû.
Encamname wiha ye:
"Em vê konferansê diyarî şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilata Sûriyê û Rojhilta Navîn dikin. Her wiha diyarî Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan ku zemîna guncav a vê konferansê daniye, dikin. Ev konferans dê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan bixebite û felsefeya Ocalan wekî bingeha têkoşîna xwe esas bigire. Konferans berxwedêrên grevên birçîbûnê di nav de berxwedêr Leyla Guven silav dike û xwe wekî berpirsê pêkanîna armancên wan dibîne.
Em berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk silav dikin ku herêm ji terorê rizgar kirine.
Em vê konferansê diyarî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku cihê xwe di şoreşê de girtine dikin, her wiha ciwanên Rojhilata Navîn ku bi xwîna xwe şoreş parastine silav dikin.
Ev konferans dê destkeftiyên şoreşa pîroz li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ji êrîşên împeryalîstê biparêze. Konferans, ciwanê Tûnisê Mihemed El-Bû Ezîzî wekî mişleya gel û ciwanên Rojhilata Navîn bi nav kir û 17‘ê Kanûnê wekî roja bîranîna wî ragihand.
Ev konferans dê li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîzmê û faşîzmeya dîktator têkoşînê bike, Konferans şoreşa zihniyetê esas digire û dê li hemberî hemû êrîşên li dijî ciwanên Rojhilata Navîn têbikoşe. Konferans, Tirkiyeyê wekî dijminê gelên Rojhilta Navîn dibîne û hikûmeta Tirkiyeyê wekî jêdera terora li Lîbya, Iraq, Sûriyê, Misir, Sûdan û hemû Rojhilata Navîn dibîne û li dijî wê têkoşîneke hevpar bimeşîne. Konferans berxwedana gelê Filistînê silav dike û êrîşên Îsraîlê li ser Filistînê red dike. Her wiha konferans Amerîka, Rûsya, Îran, Tirkiyê û Qeter wekî berpirsên aloziya Sûriyê dibîne. Konferansa banga piştgiriya şoreşa gelê Sûdanê ya azadî û wekheviyê dike, di heman demê de banga parastina gelê Durzî, Ermenî, Êzidî, Kakoy, Lorî, Suryan û hemû kêmnetewên li herêmê dike. Ev konferans dewletên ku nehiştin ciwan beşdarî vê konferansê bibin şermezar dike. Konferans dê ji bo piştgiriya ciwanên Lîbya, Tûnis, Misir, Megrib û Cezayîrê bixebite. Qirkirina li dijî Suryan û Ermnan hemû gelên Rojhilata Navîn eleqedar dike. Konferans sîstema hevserokatî li Rojhilata Navîn esas digire."