Li Beyrûdê 1’emîn Kongreya Meclîsa jinan hat lidarxistin

  • 10:42 23 Sibat 2019
  • Rojane
BEYRÛD - Li Lubnanê ji bo naskirin û şîrovekirina bandora guhertina siyasî, aborî, civakî, li ser rastiya jin û mafê wê, 1’emîn kongreya Meclisa Jinên Lubnanê yên dewletên herêmî hat lidarxistin.
 
Li paytexta Lubnanê ya bi navê Beyrûdê  1’emîn kongreya Meclisa Jinên Lubnanê bi tevlîbûna 300 delegeyên ji tevahî jinên sazî û rêxistinên jinan yên Lubnanê û dewletên herêmên derdorê ve hat lidarxistin.
 
Di kongirê de "Yekîtiya Jinên Lubnanê" "Yekîtiye JinênTûnisê," Yekîtiye Jinên Urdunê, Yekîtiya jinên Behreynê," Yekîtiya jinên Filîstînê û her wiha bi beşdarbûneke jinên kurd Nûnerên Komeleya Newroz, Rîbakdi kongre hat lidarxistin.
 
Kongire 2 rojan domiya. Di nîqaşên derketin pêş de li ser çawanîya rêxistinkirina jin û rewşa ku jinê ya di Rojhilata Navîn de dijîn, hat sekinandin. Her mijara di roja me ya îro de çiqasî mafê jinan hatiye binpêkirin, sîstemên deshilatdar çima jin li paş hiştine û jin çiqasî dikare di qada siyasî de guftûgo bike û daxwaza mafê xwe bike, hat nîqaşkirin. 
 
Her wekî din jinên ku beşdarî  kongreyê bûn, balkişandin  ser şer û pevçûnên ku îro di rojhilata Navîn de diqewimin.
 
Her wiha di kongreyê de wiha hat gotin:"Dive êdî jin li hemû deverên dinyayê yekîtiya xwe ava bikin. Bi nêrîna jinê pirsgirêk wê werin çareserkirin. Her wiha têkoşîna Leyla Guven deng vedaye. Em ê heta dawî xwedî li têkoşîna wê derkevin. "
 
Kongre bi biryara  xurtkirina têkiliyên di navbera jinên hemû welatan de hat bidawîkirin.