Çalakiya greva birçîbûnê li Dêrikê bi daxuyaniyekê hat bidawîkirin
- 10:25 23 Sibat 2019
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Greva çalakvanên Dêrikê ya bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê hilweşînin" ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven û şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyekê hat bidawîkirin.
Çalakiya Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengitiya Kongra Star li Girkêlega Dêrikê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê hilweşînin" ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven û şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyekê hat bidawîkirin. Çalakiya greva birçîbûnê 3 rojî dewam kir. Ji Koçerat, Berav, Dêrik 100 çalakvan beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn. Ji çalakvanan 70’ê jê jin bûn, hemû çalakvan bi hêz û bawerî çalakiya xwe domandin. Çalakî bi daxuyaniyekê hat bidawîkirin. Daxuyanî ji aliyê dayika çalakvan Sûaad Mûstefave hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em îro weke jin li ser felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin. Ji bo wê jî tecrîda li ser Rêber Apo tê kirin, li ser me jî tê kirin. Çalakiya Leyla Guven gelek heyecan ji bo me jinan dide çêkirin. Emê heta dawî şopdarê têkoşîna Leyla Guven bin. Heta jinên wekî Leyla hebin tu kes nikare îradeya me biçewisîne."
Daxuyanî bi dirûşmên"Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana zindanan,", "Jin jiyan azadî" hat bidawîkirin