'Em ê ji bo siberojek azad têkoşîna xwe bidomînin'

  • 10:15 23 Sibat 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Ciwanên endamên PYD'ê bi armanca nirxandina xebatên salekê civînek li Kantona Hesekê li dar xistin. 
 
Ciwanên endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca nirxandina xebatên salekê civînek bi dirûşma "Bi rihê ciwanên azad em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyek ne navendî ava bikin" li Saziya Malbata Şehîdan a Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê li dar xistin. Gelên Kurd û Erebe beşdarî civînê bûn. Ji 200'î zêdetir ciwan beşdar bûn. Her wiha Şêwirmenda Partiya Yekîtiya Demokratîk Sîlvana Elî jî  beşdarî civînê bû. Di destpêkê de Sîlvana Elî got:"Em di nava pêvajoyek nû û dijwar de dijîn û divê ciwan xwe li gor vê yekê bi rêxistin bikin. Ciwan hêza dînamîk a civakê ye. Divê xala me ya yekemîn têkoşîn û xwerêxistinkirin be."
 
Piştre rapora salane ya Ofîsa Ciwanên PYD'ê ya hemû navçeyen Hesekê hat xwendin. 
 
Biryarên ku di civînê de hatin girtin ev in:
 
*Têkiliyên di navbera ciwanên partiyên din ên ku li herêmê dijîn dê were xurtkirin.
*Perwerde dê bêtir bên kirin.
*Komîteyên çand û hunerê yên nû dê werin avakirin.
*Kovarek dê li ser navê Ciwanên PYD'ê bê derxistin.
*Dê di navbera peymangeh û zanîngehan de komîteya ciwanan çalaktir bibin.
 
Civîn bi dirûşma "Em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyek ne navendî ava bikin" bi dawî bû.