‘Suleyman Soylu berdewamiya polîtîkayên dijminê jinê ye’

  • 09:24 23 Sibat 2019
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Fatma Bostan Unsal diyar kir ku divê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ku polîsê ku Merve Demîrel tacîz kir, bi gotina ‘birayê min’ parast, îstîfa bike û got: “Tevî ku li cihekî ku hemû kes dibînin pêk hatiye jî tê înkarkirin. Gelo li cihên ku nayên dîtin çi dibin?” Endama Platforma Jinan a Enqereyê Melek Onder jî da zanîn ku tiştên tên jiyîn, berdewamiya polîtîkayên dijminê jinê ye.
 
Xwendekara zanîngehê Merve Demîrel piştgirî dabû çalakiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan (TAYAD) yên li Kolana Sakarya a Kizilay a Enqereyê pêk anî û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û rastî tacîza polîsan hat. Tacîza polîs ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ve hat rewakirin. Wezîr Suleyman Soylu li ser bertekên hat nîşandan di daxuyaniya da de got ‘Di destê me de delîlên wisa hene, em ê li dadgehê hev bibînin.”
 
Endama damezrîneriya  AKP’ê, Cigira Serokê Giştî yê Berê ya AKP’ê, aktîvîsta mafê mirovan û akademîsyen Fatma Bostan Unsal û ji Platforma Jinan a Enqereyê Melek Onder, bertek nîşanî tehdîd û rewakirina tacîzê dan.
 
Fatmayê got tacîz rewşek xerab e, lê ya herî xerab hewldana xilaskirina tacîzkar e û got: “ Daxuyaniya Suleyman Soylu û Emniyeta Enqereyê pêşî li darizandina tacîzkaran  girtiye. Tevî ku li cihekî ku hemû kes dibînin pêk hatiye jî tê înkarkirin. Gelo li cihên ku nayên dîtin çi dibin. Divê emniyet û wezîr demildest ji gotinên xwe vegerin. Suleyman Soylu ji bo gundiyên li Nisêbînê hatibûn girtin û îşkencekirin jî gotibû terorîst in. Wan mirovan berat kir. Ger daraz ji ser gotinên Soylu biçûna wê berat nekiribana. Ger daraza Tirkiyeyê pergalek darazê ya rast bûna wê gotin û tehdîdên wezîrê karê hundir bihata darizandin.”
 
‘Xwediyên bêkesan li ku ne?’
 
Fatmayê bi lêv kir ku AKP’ê bi salan li ser destmalê siyaset meşandiye û got ev siyaset ji serî de şaş bûye û got: “Merve ya rastî tacîzê hatiye serê wê girtiye. Ji ber vê siyaseta AKP’ê û ev rewş îronîk bûye. Wezîr Soylu ji bo polîsê dibêje ‘birayê min’. Divê îstîfa bike. AKP dema nû derket hedef dikir ku bibe ‘xwediyên bêkesan.’ Gelo li ku ye xwediyê bêkesan? Em nabînin.”
 
‘Nêrîna li hember jinê nîşan dide’
 
Endama Platforma Jinan a Enqereyê Melek Onder diyar kir ku daxuyaniya Suleyman Soylu û emniyeta Enqereyê ji aliyê jinan ve nayê qebûlkirin û got: “Hevala me Merve ya rastî tacîzê hat helwest nîşan da û serî li cihên têkildar da. Ger wezîrek van gotinan bibêje, ev nîşan dide ku hiqûq û destûra bingehîn tune ye. Nîşan dide ku li hember jinan helwestek heye. Tiştên tên jiyîn, berdewamiya polîtîkayên dijminê jinê ye. Lê jin êdî li dijî tehdîdan bêdeng namînin.”