Xizmên girtiyan: Hemû kesên deng dernexin berpirs in

  • 09:11 23 Sibat 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Malbatan diyar kirin ku ji destpêka grevên birçîbûnê şûnde li ser girtî û malbatên wan zext zêde bûne û got: “Divê her kes derkeve derve û berxwe bide. Divê deng derbixe. Li dijî mirinên pêk bên her kes berpirs e.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca şikandina tecrîdê di 8’ê Mijdara 2018’an de ketibû grevê, çalakiya wê di roja 108’ê de didome. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya ji 300’î zêdetir girtî jî ku bi heman armancê dabûn destpêkirin didome. Li herêma Egeyê li Girtîgeha Kiriklar, Şakran, Odemîş, Manîsa, Bandirma, Akhîsar, Kepsut, Denîzlî û Burhaniyeyê 8 jê jin bi giştî 59 kes di grevê de ne.
 
Dayika Ronî Yavuz ê li Girtîgeha Şakranê di grevê de ye, Dîlan Yavuz û dayika Hayrî Yidirim ê li Girtîgha Kiriklarê di grevê de ye, Turkan Yildirim bang li her kesî kirin ku bêdeng nemînin û divê daxwazên zarokên wan bên cih.
 
‘Ji bo kesên ketine grevê cezayên hucreyê tên dayîn’
 
Kurê Turkan Yildirim li Girtîgeha Kiriklar a Hejmara F-2  , birayê wê Abdulbahrî Yildirim li Girtîgeha Şakran a Hejmara T-2 û biraziyê wê Abdurrahman Yidirim jî li Girtîgeha Şakran a hejmara T-3 dimîne. Turkanê diyar kir ku Abdulbahrî û Abdurrahman tevlî grevên birçîbûnê yên 10 rojan bûne û da zanîn ku girtîiyan gotine heta tecrîd ranebe wê grev bidomin. Turkanê wiha got: “Li Girtîgeha Kiriklarê greva bêdem û dorneveger ket roja 56’an. Êşa serî ya girtiyan zêde bûye. Tansiyon dikeve. Nêzî 10 kîloyan dane. Cezayên hucreyê didinê. Pêkanînên kêfî hene. Li ser piyan ferzkirina jimartinê heye. Malbatên diçin serdanê jî rastî pêkanînan tên. Lêgerînek tund heye. Goreyan jî derdixin. Dayik bi saetan li ser piya disekinin. Li Şakranê di dema hevdîtinê de lambe girtin. Hevdîtin sabote kirin.”
 
‘Wê her kes ji mirinan berpirs be’
 
Turkanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku her kes li dijî mirinên ku pêk bên berpirs in û wiha pê de çû: "Em dest ji têkoşînê bernadin. Divê her kesên li derve têbikoşin. Polîtîkayek tirsandinê ya cidî heye. Her kes dixwaze tiştekî bike lê dernakevin qadan. Ez bang dikim. Bila mirin neyên jiyîn. Ger kesek jî bimre em ê xwe efû nekin. Em berpirs in. Divê li ber girtîgehan daxuyanî bên dayîn. "
 
Dayika girtiyê bi navê Ronî Yavuz, Dîlan Yavuz jî destnîşan kir ku ji roja grevên birçîbûnê hatine destpêkirin heta niha girtî û xizmên girtiyan di bin zextê de ye û got: “Girtî bi îdareyê re pirsgirêkan dijîn. Li girtîgehan di hevdîtinê de derxistina pêlavan, lêgerîn tê ferzkirin û her wiha cezayên dîsîplînê tên birîn.”