Jinên Îdirê: Kesên ku vîna me nas nekirin bila ji me deng jî nexwazin
- 09:03 23 Sibat 2019
- Rojane
Zeynep Durgut
ÎDİR - Li Tirkiyeyê 31’ê Adarê bi mîlyonan kes dê herin ser sindoqan. Der barê hilbijartinê jinên Îdîrê axivîn. Jinan diyar kirin ku kesên ku vîna wan xesp kirî bila ji wan deng jî nexwazin û gotin ku wê 31’ê Adarê şaredariyên gel bi ser kevin.
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de wê pêk bên re demek kurt ma û partî li herêman xebatên xwe bênavber dimeşînin. Têkîldarî hilbijartinên herêmî jinên Îdirê axivîn. Jinan diyar kirin ku 31’ê Adarê dê li Îdirê bi hêzeke rêxistinî ecem, terekeme û kurd bi ser kevin û gotin ku ew ê roj û şeva xwe bikin yek û bixebitin.
‘Kesên ku vîna me nas nekirin bila ji me deng jî nexwazin’
Ji jinan Latife Taban bi lêv kir ku kesên vîna gel nas nekin, bila ji gel deng ji nexwazin û got ku ew ê 31’ê Adarê li ser sindoqan bersivê bidin û wiha got:” Em dixwazîn ku 31’ê Adarê HDP dê bi ser bikeve. Ji ber ku HDP ji her nijad û ji her gelî mirov dide nav xwe. Hem di warê xîzmetdayînê de hem jî di warê hişmendiyê de HDP ji her partiyek Tirkiyeyê serkeftitir e. Bi salane partiyên din ji nijadperestiyê zêdetir tiştekî din neda gel. Li ser navê xîzmetê polîtikayên tunekirinê li bajaran dan meşandin. Di navbera gelan de dijminahî ava kir û gel kirin dijminên hev. Ji bo ku ev hişmendî li bajarên me bi dawî bibe û ji her nijadekî mirov wekhev bin, divê em ji HDP’ê re bibin alîkar û di çeperên HDP’ê de şev û roj bixebitîn û bajarên xwe ji hişmendiya me dike dijminê hev rizgar bikîn. Ew kesên ku vîna me nas nekirin, bila ji me deng jî nexwazin û bajarên me terik bikin.”
‘Şaredarî ya me ye’
Jina bi navê Tellî Kal jî daxuyand ku ew şaredarî yên gel in û got ku ji bo şaredariya Îdirê dîsa bibe ya gel ew ê bixebitin û wiha axivî;” Ez li navçeya Qulpê dijîm. Şaredariya Qulpê bi vîna gel hate hilbijartin. Lê şaredariya me xespkirin û qeyûm tayîn kirin û hevserokên me girtin. Em dixwazîn şaredariyên xwe em rêve bibin. Kesên ku gel û daxwazên gel esas digire bila di şaredariyên me de cih bigirin. Li vir ecem, terekeme, kurd û tirk bi hev re dijin. Li cem me ferqa ecem û kurdan tune ye. Divê kesên ku yekitiya gelan ava dikin, bên hilbijartin. Em ê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin. Em ê her gündeki û her taxekê bigerin û bixebitîn. Şaredarî ya me ye.”
‘Serkeftin ya me ye’
Ayşe Eray jî diyar kir ku 31’ê Adarê rojeke dîrokî ye û got ku divê herkes 31’ê Adarê xwedî li şaredariyên xwe derbikeve û wiha dom kir;” Em dixwazîn ku 31’ê Adarê bibe roja serkeftina jinan. 31’ê Adarê rojeke dîrokî ye, em ê ne tenê deng bi kar bînin, em ê qedera bajêrên xwe aşkere bikîn. Ji ber wê yekê jî divê herkes bi vê zanebûn û bi biryar dengê xwe bi kar bîne. Her hilbijêrek ji bajarê xwe berpirsyar e ji bo wê divê em dengê xwe ji navnîşana rast re bikar bînîn. Bêgûman serkeftin ya me ye.”
‘Divê xîzmet wekhev bên dayîn’
Îpek Eray jî bi lêv kir ku ew ê şaredariyên xwe ji hişmendiya yekane biparêzin û wiha got:” Em dixwazîn ku bajarê me di nav aramiyê de bên rêvebirin. Bi awayekê wekhev xîzmet bê dayîn. Ji bo ku ev tişt bên cih divê herke dengê xwe ji edaletê re bi kar bîne. Dengê me, vîn, nasnam û rûmeta me ye.”