ROJEVA 23'Ê ÇILEYA 2019'AN

  • 09:00 23 Sibat 2019
  • Rojev
* Li Tirkiyeyê 31’ê Adarê bi mîlyonan kes dê herin ser sindoqan. Der barê hilbijartinê jinên Îdîrê axivîn. Jinan diyar kirin ku kesên ku vîna wan xesp kirî bila ji wan deng jî nexwazin û gotin ku wê 31’ê Adarê şaredariyên gel bi ser kevin. BI DÎMEN
 
*Dengbêja jin a bi navê Canda Dawud da zanîn ku çanda dengbêjiyê bingeheha çand û hunerê ye û got:"Ez ji çanda dengbêjiyê gelekî hez dikim. Sitrana yekem min ji bo berxwedêrên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê nivîsand."BI DÎMEN
 
*Malbatan diyar kirin ku ji destpêka grevên birçîbûnê şûnde li ser girtî û malbatên wan zext zêde bûne û got: “Divê her kes derkeve derve û berxwe bide. Divê deng derbixe. Li dijî mirinên pêk bên her kes berpirs e.”BI DÎMEN
 
*Ş.A ya 16 salî bi hemû zarokatiya xwe li şûna kesên divê şerm bike, şermnekirin wek parastina cewherî fêrî me kir. Û 20 sal şûnde Merveyê pîroz dikim. Ji ber ku bi sekna xwe ya li dijî tacîzê, li ser navê hemû jinan parastina cewherî kiriye. Ez niha dipirsim; Ev nobedariya we ya çendan e?”  JI PÊNÛSA JINAN
 
*Hevseroka SES’ê Gonul Adibellî ji sedî 26.4 zema ji bo bihayên dermanan hatiye kirin wek ‘krîza aborî ya di tenduristiyê de’ nirxand û diyar kir ku qada tenduristiyê ne qadeke hêsan e û hişyariya nikare bi tenduristiya gel bê lîstin, kir. BI DÎMEN
 
*Parêzer Tuba Torun diyar kir ku sûcê îstîsmara zayendî bi zewacê rewakirin teqez nayê qebûlkirin û wiha got: “Niha ji bo parastina saziya malbatê, hinek hewldan tên kirin. Tevî rapora GREVIO û Peymana Stenbolê ya ku zewaca zarokan qedexe dike jî bi israr binpêkirin didome.” BI DÎMEN
 
*Fatma Bostan Unsal diyar kir ku divê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ku polîsê ku Merve Demîrel tacîz kir, bi gotina ‘birayê min’ parast, îstîfa bike û got: “Tevî ku li cihekî ku hemû kes dibînin pêk hatiye jî tê înkarkirin. Gelo li cihên ku nayên dîtin çi dibin?” Endama Platforma Jinan a Enqereyê Melek Onder jî da zanîn ku tiştên tên jiyîn, berdewamiya polîtîkayên dijminê jinê ye.