'Dê serkeftin a ciwanan be'
- 16:26 22 Sibat 2019
- Rojane
KOBANÊ - 2'emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi nîqaş, nêrîn û zimanên cuda dewam dike.
Nîqaşên ku di Konferansa ciwanên Rojhilata Navîn de tên kirin herî zêde li ser êrîşan û lihevkirina fikrên demokratîk hatin kirin. Nêrîn bi gelek şêwaz, ziman, pêkhateyan wek kurmancî, erebî, Tirkî, Soranî û Ermenî tên vegotin.
Jina bi navê Yasmîn Azad wiha got:"Em dikarin yekîtiya ciwanên Rojhilata Navîn xurtir bikin. Loma yekîtî pêwist e. "
Maziya Îbrahîm a ji kantona Kobanê wiha got: "Êrîşên ku dewleta tirk pêk tîne êdî bûye wekî rojeveke normal. Her dixwazin ziman û axa me tune bikin. Lê bi fikir û hizrên kombûna me wek gelê Bakûr, Başûr, Rojava û rojhilat navîn tu dewlet bi me nikaribin, ji ber ku hizrên me, riya rast û riya azadiyê ne."
Her wiha Bêrîtan Qaya jî wiha nêrîna xwe pêşkêş kir: "Ez vê Konferansê di destpêkê de li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz dikim. Ev kombûn hêviyek dide mirov. Ev bi xwe tiştê herî pîroz e. Hêviya serkeftinê dide. Bi vê jî em ê hemû ciwan bigihêjin armanca xwe. Wek ciwan, jin û kurd heta roja îro têkoşîn kirine. Ev têkoşîna dê bidome."
Niştîman Murad diyar kir ku gelê kurd li Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat û gelek dewletên derve hene û wiha got: "Li sûriyê li Turkiyê û li gelek deverên cuda Kurd heye û ew Kurd tu carî nîşana xwe ya serkeftinê danayne."
Fatima Etî ya ji pêkhateyên Ereb jî wiha nêrîna xwe anî ziman: "Şoreşa me yeke. Tekoşîna me yeke. Ji bo vê jî her tim êrîş li ser netewa me a damokratîk heye. Lê wek ciwan em dizanin ku têkoşîna wan yeke û wê ji bo wê yekê her şer bikin."
Bêrêtan Asiya jî got : "Îro di rojhilata navîn de him jî di cîhanê de di nav kirîzeke kaptalîzmê de em dijîn. Li dijî vê yekê divê me bi rihê yekîtiyê tev bigerin."
Sop Seyd a ji Hemayê jî wiha anî got: "Ronahiya ciwanan rojava sûdê dide hemû kesan. Azadî û mafê xwe her dixwazin. Her wiha ji bo olperestî zeyend perestî berxwe didin, û ji bo azadiya jinê maf mafê wane ku bixwazin. Hêviya me jî ew e ciwan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin da ku bigihêjin armanca xwe. Dê serkeftin a ciwanan be."
Her wiha Merîm Filah got: "Ciwan îro ji bo pirsgirêkan çareser bike kom bûne. Ev hewldana dê her bidome."
Dilîla Ronahî a ji Başûr wiha nêrîna xwe anî ziman: "Pêşketinên ku niha di Rojhilata Navîn de çê dibin dewletên desthilatdar dibe asteng. Divê em di destpêkê de bandora kapîtalizmê ya li ser xwe tune bikin."