HDP'ê li Hezroyê buroya hilbijartinê vekir

  • 15:41 22 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Parlementera HDP’ê Semra Guzel, diyar kir ku ew ê di hilbijartina herêmî de qeyûman di sindoqan de veşêrin û got: “Bajar ên me ne. Kolan û kuçe yên me ne.” 
 
Rêxistina Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Hezro, di çarçoveyê xebatên hilbijartinê de, buroya hilbijartinê vekir. Wekîla HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, namzetên Hevşaredartiya Hezro Gulîstan Ektî û Ahmet Çevîk û bi dehan welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Namzetên hevşaredariyê yên bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin, çûn serdana dikandarên bazarê. HDP’î dûre, buroya hilbijartinê ya li ser Cadeya Şehîtlîkê ya Taxa Camî vekirin. 
 
Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, di vekirina buroyê de axaftinek kurt kir û wiha got: “Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, îro bi sedan kes ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Ev berxwedan, berxwedana me hemûyane. Em bi vê berxwedanê, di hilbijartina herêmî de bersive mezin bidin qeyûman. Emê di 31’ê Adarê de qeyûman di sindoqan de veşêrin. Bajar ên me ne. Kolan û koçe yên me ne. Amed a me ye û berxwedan a me ye.”