Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Bila polîsê destdirêjî kir ji kar derxînin

  • 13:49 22 Sibat 2019
  • Rojane
ÊLIH - Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê derbarê Merve Demîrel a ku ji aliyê polîs ve bi destdirêjiyê re rûbirûma daxuyanî da û got;"Bila polîsê destdirêjî kir ji kar bi derxistin û bê cezakirin."
 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê  derbarê destdirêjiya ku ji aliyê polîsê ve li Merve Demîrel a tevli daxuyaniya TAYAD'ê bû de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji ber polîtîkayên îktîdarê bi hezaran jin bi tundiya mêr re rûbirû dimînin û di berdewamiyê de wiha hat gotin: "Kesên ku li dijî jinan suc dikin û tundiyê li jinan dikin mixabin dizanin ku ewê ji aliyê îktîdarê ve bi bêcezatiyê bên xelatkirin. Ev xelatkirin  dibin sederma ku jin wekî obje bê bikaranîn û dibin sedem ku jin di nava çar dîwaran de bê hiştin."
 
'Bila polîsê destdirêjî kir bê cezakirin'
 
Komîsyona Jinan a ÎHD’ê di daxuyaniya da de, wiha got: “Polîsê ku êrîşa zayendî li dijî Merveyê pêk anî, li ser sûc hatiye girtin.  Daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Enqerê ya darbarê bûyerê de da jî,  rewşeke hîn xerabtir derxistiye holê. Di dîroka Tirkiyeyê de, em ne xerîbên êrîş û îstîsmarên zayendî yên dibin çavan de hatine krin. Ne cezakirina polîsê faîlê vê bûyerê, sûçe. Em qebûl nakin ku her kêlî jin rastî gef û êrîşên zayendî yên polîsan bên. Divê bersûcê vê bûyerê demildest ji kar bê avêtin. Ev sûcê ku hikmê wê zelale, divê cezakirin. Em ê weke ÎHD’ê bibin şopdarê pêvajoya cezakirina vî sûcî.”