Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di roja 3’emîn de dewam dike

  • 11:24 22 Sibat 2019
  • Rojane
KOBANÊ - 2’emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku bi dirûşma“Bi Pêşengtiya Ciwanan ber Bi Rojhilata Navîneke Pir reng û demokratîk ve" beriya du rojan  dest pê kiribû di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.
 
2’emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi dirûşma“ Bi Pêşengtiya Ciwanan ber Bi Rojhilata Navîneke Pir reng û demokratîk ve"  ku beriya du rojan  li navenda Çand û Hûner a Baqî Xido ya Kantona Kobanê dest pê kiribû, bi rojevên xwe yên dawî dewam dike. Ciwan ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn. Her wiha Tevgera Ciwanên Filistînê, ciwanênTûnisê, Tevgera Xwendekarên Lubnanê, ciwanên Îraqê, ciwanên Lîbyayê û Tevgera Ciwanên Ermenî  li konferansê amede bûn. Bi nîqaşên li ser kirîza Rojhilata Navîn de rol û rêbazên ciwanên şoreşger û demokratîk a rojhilata Navîn konferans dewam dike.
 
Konferans dê heta navbera nîvro bi nîqaşan dewam bike. Nîqaşên herî zêde li ser êrîşên dewletan û neqebûlkirina mafên jinê tên kirin. Dê bi nîqaş û rexneyan li rêya çareseriyê bê gerandin.
 
Konferans wê îro bi rojevên ku mane bigîhîje encama dawiyê.