Jinên ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin: Kesên birîndar dibûn terkî mirinê dihatin kirin

  • 11:18 22 Sibat 2019
  • Rojane
DÊREZOR - Jinên ku ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin anîn ziman ku kesên birîndar dibûn terkî mirinê dihatin kirin û gotin:"Me xwarin û vexwarin nikaribûn peyda bikirina. DAÎŞ'ê gelekî zilim li me dikir. Em gelek kêfxweş in ku QSD'ê em rizgar kir."
 
Jinên ku ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û li herêmên ewle yên QSD'ê bi cih bûn zehmetiyên ku jiyane anîn ziman û gotin:"Tiştên me jiya heta emrê me hebe em ji bîr nakin. DAÎŞ'ê gelek îşkence li hem jin hem jî mêran dikir."
 
'Gelek zarok ji birçîbûna mirin'
 
Jina Îraqî Ezraa Mihemed wiha dibêje:" Em ji El-bahoz  a girêdayî Dêrezorê hatine, di dema şer giran bû me berê xwe da wir. Çeteyên DAIŞ'ê hovîtiyek mezin ser şêniya didan meşandin, bê xwarin û av em diman, gelek zarok ji birçîbûna mirin. Em pir kêfxweş in ku QSD'ê me rizgar kir. Ez ducanî me û zarokek min heye, me ava ne baqij vedixwar, niha li herêmên QSD'ê em ava paqij nû vedixwin. Yê ku li herêmên DAIŞ'ê birîndar dibûn terkî mirinê dihatin kirin, kesî wan derman nedikir. Bi saya QSD'ê îro em ê jiyanek nû bijîn."
 
'Ez gelek bextewar im ku niha ji çeteyan hatime rizgarkirin'
 
Her wiha jina bi navê Lîna Mustefa a 17 salî wiha got:" Ez 13'e salî hatim zewicandin, ez ji bajarê Tebqayê me, piştî ez zewcîm bi salekê, hevjînê min zewaca duyemîn kir. Hevjînê min bi çeteyên DAIŞ'ê re bû, dema em rizgar bûn û me berê xwe dida herêmên bi ewle yên QSD'ê hevjînê min nehat ji ber ew jî tevlî çeteyan bû. Ez gelek bextewar im ku niha ji çeteyan hatime rizgarkirin."
 
Lînayê wiha dom kir:"Piştî ez zewçîm ez 4 salan li mala bavê xwe mam, û min keça xwe xwedî dikir, Çeteyên DAIŞ'ê nan û xwarina herî xweş dixwarin, û li beramberî wê şêniyan nanê hişk û ji birçîbûna dimir. Îro bi saya QSD'ê me berê xwe daye jiyanek nû, ku em zindî bibin carek din."