'Ji bo jin neyên qetilkirin rêxistinek xurt lazim e'
- 10:49 22 Sibat 2019
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Eyhan Murad derbarê qetilkirina her sê jinên li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin, nirxandin kir. Eyhanê ev bûyerên qetilkirina jinan bi tund şermezar kir û got:"Ji bo êdî jin nemirin divê em bi hev re xwe bi rêxistin bikin. Ji bo jin neyên qetilkirin rêxistinek xurt lazim e."
Di 17'ê sibatê li bajarê Silêmaniyê li Taxa Şehîdên Zergete jina bi navê B.M.S hat kuştin û sedema kuştina wê jî hîn nehatiye diyarkirin. Dîsa di 18'ê Sibatê de li Silêmaniyê jina bi navê Roza Elî Umer a 20 salî ye, di 18'e saliya xwe bi mêrekî bi nexweşiya Telasîma re hat zewicandin û her rastî şidetê dihat. Her wiha jinek ciwan a bi navê 'Şênî' li Bajarokê Bazyan a Silêmaniyê bi guleya cifteyê jiyana xwe ji dest da. Malbata wê eşkere dike ku wê bi xwe dawî li jiyana xwe aniye. Xizmên van jinan dibêjin wan bi xwe dawî li jiyana xwe anîye, lê kes qala sedema xwekuştinê nake. Têkilarî mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star Eyhan Murad nirxandin kir.
Eyhanê diyar kir ku ew wek tevgera jinê li Rojavayê Kurdistanê van bûyerê darheqê jinan şermezar dikin û got:" Hemû cureyên şidet û îşkenceyê li ser jinan tê kirin, tên kuştin û dibêjin wan xwe kuştiye. Jin ne ji bo îşkenceyê û tenê xwedîkirina zarokan e, jin jiyan e, afrîner e, her tiştî li derdora xwe ava dike, jin civak e. Tevî têkoşîn û berxwedana me îro em dibînin sê jin tê îdiakirin ku wan xwe kuştiye. Em van bûyeran bi tund şermezar dikin. Banga me ji rêxstinên jin ên li Başûrê Kurdistanê rastiya kuştina van jinan derbixin û mafê jinan êdî neyê binpêkirin. Her wiha kesên ku destê wan di van bûyeran de heye werin cezakirin. Ji bo parastina jinan divê tevahî jin destê hev bigrin û têkoşîna xwe bi hev re bimeşînin. Ji bo jin neyên qetilkirin rêxistinek xurt lazim e."