Jinên Ciwan: Divê hemû jinên cîhanê xwe bi rêxistin bikin
- 10:31 22 Sibat 2019
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Jinên ciwan ên Êzidî, Filistînî, Mexmûrî û Başûrî ku berşadarî 2’emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bûne di derbarê nîqaşên rewşa jinê û kirîza Rojhilata Navîn de wiha gotin: "Dê ev kombûn bibe sedema çareseriya kirîza Rojhilata Navîn."
Konferansa 2’emîn ya Ciwanên Rojhilata Navîn ku bi dirûşmeya "Bi pêşengtiya ciwanan ber bi Rojhilata Navînek pirreng û demokratîk ve" hat destpêkirin didome. Jinên Ciwan ên beşdarî nîqaşên li konferansê bûn di warê mijarên Jîneolojî û olperestiyê de bûn xwedî nêrîn û agahiyên nû. Jinên ku beşdarî konferansê bûn gotin:"Ji bo çareseriyên mayinde konferansên bi vî rengî girîng in."
'Kombûna jinê hêviya çareseriyê ye'
Bêrîtan Ronahî ya ji Başûrê Kurdistanê wiha got: "Ji bo ku ciwan ên Başûrê Kurdistanê pêwistiyeke hebû ku em beşdarî Konferanseke wiha bibin. Ji ber ku ji bo Rojava û Başûr moraleke mezin e. Ev konferans a ku bi gelek pêkhateyên cuda hat li darxistin kêfxweşiyeke ye û di heman demê de wê bibe çareseriya hemû pirsgirêkan. Kolebûna jinê li Başûrê Kurdistan hîn berdewam dike. Ji bo ev bi dawî bibe pêdivî ji xebatên bi vî rengî heye. Hêjmareke mezin jî ji ciwanên Başûrê Kurdistanê hatin û berşdar bûn."
'Azadî ya Rêber Apo û ya jinê azadiya hemû cîhanê ye'
Sara Çiya ya ji Şengalê jî, beşdarî Konferansê bû, li ser navê jinên ciwanên Êzîdî 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn li hemû ciwanên Rojhilata Navîn pîroz kir û wiha got: "Cara yekemîne ku em piştî qîrkirina jinên Êzidî beşdarî konferanseke wiha dibin, ev jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Em weke Gelê Êzidî niha xwerêxistin û pêş dixin. Mijarên vê Konferansê bala min geleke kişand; yek jê kirîza Rojhilata Navîn bû. Ya din jî, ku çawa jinên êş dikşîne û tevî wî gelekê berxwedanî bi ser xistiye. Her wiha mijareke ku hîn jî, jinên me yên Êzidî ku li pazaran têne firotine. Her wiha rewşa tecrîda li ser Serokatî ye. Ji ber ku serokatî azadiya jinê û civakê bi hev re dest digire. Bi azadiya jinê wê civak jî azad bibe û hemû cîhan xwedî azadî be."
Nadiya Semûr Ciwan a ji Filistînê ku demekê li Ewropayê jiyaye jî wiha got:"Ez ji Filistînê hatim Kobanê da ku berşdarî konferansê bibim û bibim dengê jinên Filistînê. Ji bo me şoreşa Sûriyeyê ango hemû şoreşên ku jinê bi ser xistin girîng e. Ez li Ewropayê dijiyam. Li wir tenê bi ziman tê gotin ku jin azad e. Lê niha li vir im bi çavên xwe dibînim ku jin çi dixwaze û ji bo çi têkoşîn dike. Ji ber a herî girîng ew e ku ev ji bo me bû hêvî ku em hêviyên xwe pêk bînin.”
'Ez jin im û serbilind im'
Nadiyayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em wek jin hêza me ya têkoşîn û berxwedanê heye, mînaka herî biçûk jî ku ez ne mêr im. Ji ber vê jî ez dibêjim ez jin im û serbilind im. Berxwadana jina Filistînî dewam dike. Lê wê bi ser bikeve. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
'Dê hemû jinên cîhanê bi riya ciwanan bên rêxistinkirin'
Li ser navê ciwanên Mexmûrî jî ŞîlanTunc wiha got: "Cihê kêfxweşiyê ye û girîngiyeke pir mezin e ku em beşdarî konferansê bûn. Hêviya me di vê Konferansê de ew e ku em bigihêjin rêxistinekê ku em hemû jinên cîhanê ên bindest bi rêxistin bikin. Di van her du rojan de me hewil da ku em hemû pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn bînin ziman. Ji ber ku dewletên dagirker ên li dijî azadiya jinê wê ciwan li hemberî vê yekê bisekinin û weke jinên ciwan çalakiyên me ranawestin. Heta ku em bi ser bikevin."