Zarokên rastî îşkenceyê hatine travmayek mezin dijîn
- 09:24 22 Sibat 2019
- Rojane
WAN - Li Taxa Xaçort a Wanê di 15’ê Sibatê de O.D yê 17 salî û Ş.Y yê 16 salî di 15’ê Sibatê de hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. Her du zarok ji ber tiştên jiyan travmayê ji ser xwe navêjin. O.D diyar kir ku bi şev nikare razê û tenê nikare derkeve kolanê û got: “Dikeve xewna min. Polîs hîna li ber çavên min in û ez ditirsim.”
Li Taxa Xaçort a Îpekyol a Wanê di 15 sibatê de 3 zarok hatin binçavkirin û li Midûriyeta Asayîşa Wanê rastî îşkenceyê hatin. Di ‘Rapora Cebîr û Derbê’ ya ji Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê hatiye girtin, cih dan birînên serî, rû û destan. O. D yê 17 salî , Ş.Y yê 16 salî û O.S yê 14 salî diyar kirin ku li ling û bi dawiya çekê li serê wan xistine, beden û rûyên wan hatine derbkirin û serê wan xistine klozetê. Baroya Wanê û parêzeran ev bûyera îşkenceyê ji rayagiştî re ragihandin û li ser vê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê jî der barê parêzer û baroyê de serlêdana sûc kir. Ji gelek bajaran ji bo Baroyê piştgirî hat û bertek nîşanî EGM’ê dan. Her wiha zarokên rastî îşkenceyê hatine hîna travma ji ser xwe navêtine.
Travmayê ji ser xwe navêje: Polîs hîna li ber çavên min e
O.D diyar kir ku bi şev nikare razê, kabusan dibîne û got: “Hîna şopa îşkenceyê li bedena min e. Ser û çavên min hemû mor bûn. Ji ber derbkirinê xwîn rijiya çavê min. Ez naxwazim wê rojê biaxivim, dema vedibêjim heman travmayê dijîm. Polîs hîna li ber çavên min in. Ez ditirsim.”
‘Serê wî bi şîdet diêşe’
Dayika O.D jî destnîşan kir ku kurê wê ji ber îşkenceyê travmayek giran dijî û êşa serê wî bi şîdet tê jiyîn û got: “8 zarokên min hene. Tevî me pirsgirêkên aborî jiya jî min zarokên xwe li ser destan mezin kir. Ne min ne bavê wan heta niha me şîmakqeq li zarokên xwe nexistiye. Kurê min di mînîbusekê de muaviniyê dike. Di 15’ê Sibatê de ji bo pereyê pê re bû bide xwediyê wesayîtê çû du tax ji me wêde. Lê piştre me agahî jê negirt. Ji taxa me gelek kes hatin binçavkirin. Kurê min jî di nav de bû. Em sedema binçavkirinê hîn nebûn. Me parêzerek girt. Em hîn bûn ku hatiye derbkirin û rakirine nexweşxaneyê. Em çûn ber Edliyeyê û me gilî kir. Em ê vê çawa ji bîr bikin. Ji emrê min emir çû. Kurê min ji tirsan newirê derkeve derve.”
‘Ez ji dibistanê diçûm malê’
Ş.Y yê 16 salî jî bi lêv kir ku ew tu car tiştên ku hatiye serê wî ji bîr nake û wiha got: “Ez li taxek din rûdinim. Dibistana min jî li vir bû. Ez ji dibistanê derketim, li taxê bûm. Diçûm malê. Piştre ez binçav kirin. Zarokên din jî hebûn. Şîdet li wan jî kirin.”