Jinên Ciwan: Em ê ji bo Leylayê li qadan bin
- 09:14 22 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Ciwanên HDP’ê Leyla Guven ku di roja 107’ê çalakiya xwe de ye, silav kirin û gotin wan ji berxwedana Leylayê cesaret girtine û wiha gotin: "Em ê wekî şopdarên Leylayê li qadan bin. Em ê meşaleya di şexsê Leylayê de dişewite, bigihînin deh hezaran. Pêşengiya vê em ê bikin."
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca şikandina tecrîdê di 8’ê Mijdara 2018’an de ketibû grevê, çalakiya wê di roja 107’ê de didome. Tevî ku rewşa Leylayê gihaştiye asta krîtîk jî ji biryara xwe şûnde gavê navêje. Ji her derê ji bo Leylayê piştgiriya mezin tê dayîn û herî zêde jî ji aliyê jinan ve piştgirî tê dayîn.
‘Daxwaza rewa û mafdar e’
Jina ciwan a HDP’î Buse Ersoz diyar kir ku ew çalakiya Leyla Guvn û ji 300’î zêdetir girtiyan silav dike û wiha got: “Ez jî yek jineke ku ji vê berxwedanê cesaretê digirim e. Daxwazên wan mafdar û rewan e. Leyla Guven bedena xwe daye ber mirinê. Dixwaze tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe. Ev jî daxwazek rewa ye, xwezayî ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li Rêberekî tecrîd divê pêk neyê. Em ciwan dibêjin daxwaza Leylayê daxwaza me ye. Daxwazek rewa ye û divê pêk bê.”
Berîtan Yaşar jî destnîşan kir ku grevan bandorek mezin li ser civakê kiriye û got: “Ev bandor veguheriye meşaleyê. Di şexsê Leylayê de em ê vê meşaleyê bigihînin deh hezaran. Em ê jinên ciwan pêşengiya vê bikin. Em ê şopdêrên Leylayê her tim li qadan bin. Hemû çalakiyên tên xwestin ji bo Leylayê pêk bên tên astengkirin. Rastî êrîşan tên. Li gorî min divê berxwedan hîn bêtir mezin bibe. Em bi mezinkirina berxwedanê dikarin bikin rojeva dewletê. Divê îro hemû kes ji bo Leyla û rêhevalên wê dakevin qadan.”
Bêrîvan Kiziltepe jî anî ziman ku yên ku berxwedanê mezin bikin jin in û wiha pê de çû: “Divê deng bidin dengê Leylayê. Êdî grev di astek krîtîk de ne. Ji vir şûnde dikare her tişt bibe. Em bi fikara vê dijîn. Leyla Guven dixwaze tecrîd rabe û ev ne tenê daxwaza wê ye, daxwaza me hemûyan e. Em hemû dixwazin Birêz Ocalan azad bibe. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Divê em hêjayî Leyla û berxwedana wê bin û vê berxwedanê mezin bikin.”