Şebnem Korur Fîncanci: Leyla Guven di pêvajoyek bi rîsk de ye

  • 09:06 22 Sibat 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Prof. Doktor û Akademîsyen Şebnem Korur Fîncanci di roja 107’emîn a greva birçîbûnê ya Leylayê de ew li mala wê derman kir û got Leyla di pêvajoyek bi rîsk de ye û got jiyana mirovan bi nirx e, divê guh bidin daxwazan.
 
Çalakiya Greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca şikandina tecrîdê dabû destpêkirin ket roja 107’an. Her wiha li 60 girtîgehî jî bi heman daxwazê 321 girtî ketibûn grevê û greva wan jî didome. Seroka Giştî ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) û Pispora Tipa Edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, Leyla li mala wê derman kir û der barê rewşa wê de axivî.
 
‘Ji roja 40’î şûnde pêvajo krîtîk e’
 
Şebnemê got ew di navbera salên 1990 û 2000’î de bûne şahidê gelek çalakiyên greva birçîbûnê û got: “Grevên birçîbûnê ji roja 40’î şûnde rê li ber pirsgirêkan vedikin. Di alî girtina tiştên avî de pirsgirêk dertên. Ev jî pirsgirêkên tenduristiya kes bi bandor dike. Lê ger vîtamîna B1 bê girtin, mêjî û sînîran diparêze. Niha rojên 40 li pey hatin hiştin. Girîngiya vîtamîna B1 jî di vir de xwe dide der. Tevî taybetiya parastina vîtamîna B1 di beden de helîn çê dibe, hêz winda dibe.”
 
‘B1 rîskan ji holê ranake’
 
Şebnemê bi lêv kir ku bikaranîna xwê gelek girîng e, ger di xwê yên di alî mînarelê de dewlemend e neyên bikaranîn de, kêmasiya mînarel tê jiyîn û ev rîsk piranî piştî rojên 100’î dertên holê. Şebnemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî rojên 100’î di tevgerên stû de pirsgirêk dertên. Stû nikare serî hilgire. Çav ne baş dibînin. Çerm hişk dibe. Ji ber razanê birîn di beden de çê dibin. Ji bo pêşî li birînan bê girtin divê nivînên hewayê digirin bên bikaranîn. Vîtamîna B1 zêdetir girtina tiştên avî hêsan dike û pergala sînîr diparêze. Lê mixabin rîskan ji holê ranake. Bi taybet berpirsyariyek mezin dikeve ser milê hekîmên girîgehê. Divê piştî grevê jî xesarên çê dibin bişopînin. Mînak piştî rojên 60’an şûnde di beden de dikare xesarên mayînde çê bibin. Divê kontrol bi rêk û pêk bên kirin.”
 
‘Ji bo Leylayê her dem rîsk e’
 
Şebnemê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku rewşa Leylayê di pêvajoya bi rîsk de ye û ev tişt anî ziman: “Leyla berê jî ketiye grevê. Ji ber xebatek demdirêj meşandiye bedena wê westandiye û niha pirsgirêkên tenduristiyê jî dijî. Ji bo Leylayê her dem êdî bi rîsk e. 100 roj derbas kiriye. Pisgirêkên tenduristiyê dijî. Ji ber vîtamîna B1 digire parastin didome lê rîsk hene. Divê demildest guh bidin daxwazên Leylayê. Grevên birçîbûnê ji bo mirinê nayên kirin. Ne çalakiya întîxarê ye jî. Ji bo deng bidin bihîstin ev çalakî pêk tê.”