Ji girtiyên di grevê de peyam: Ya dikeve ser milê me guhertina vê pergalê ye
- 09:03 22 Sibat 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Egît Bîlîk ê li Girtîgeha Şinexê ket greva birçîbûnê û roja 39’an li pey xwe hişt dibêje ‘ya dikeve ser milê me guherîna vê pergalê ye’ û dayika wî Şîrîn Bîlîk jî wiha dibêje: “Tu dayik naxwaze bibîne zarokên wan bihele. Hîna ku rewşa girtiyan zêde xerab nebûye divê daxwaz bên qebûlkirin.”
Çalakiya Greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca şikandina tecrîdê dabû destpêkirin ket roja 107’an. Her wiha li girtîgehên cuda jî bi heman daxwazê grev hatibûn destpêkirin û ew jî didomin. Li Girtîgeha Şirnexê jî girtiyên bi navê Hakan Kutluk, Osman Beytur, Egît Bîlîk, Salîh Kutluk, Hakan Petekaya û Onder Poyraz ketin grevê û greva wan jî di roja 39’an de berdewam dike. Li gorî agahiyên hatine girtin girtî bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re hatine rû hev û di peyama bi hevkariya malbatên xwe re şandine de diyar kirin ku heta tecrîd ranebe wê çalakiya wan bidome.
Egît: Em ê vê pergalê biguherin
Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, bi girtiyan re bi awayekî cidî tansiyon dikeve, her hefte li malbatan digerin û dibêjin ew di çalakiya xwe de bi biryar in. Agît Bîlîk jî diyar kir ku heta tecrîd ranebe wê grevê bidomînin û bitelefonê ji malbata xwe re wiha got: “Heta ev tecrîd ranebe, çalakî bi dawî nebe em ê grevê bidomînin. Ya dikeve ser milê me guhertina vê pergalê ye.”
Dayika wî Şîrîn Bîlîk jî got kurê wê di qedexeyên derketina derve de hatiye girtin û bi cezayê muebetê tê darizandin. Şîrînê ev tişt vegot: “Kurê min Şivan jî niha li Girtîgeha Şakranê ye. Birayê wî jî cezayê muebetê lê birîn. Tu sûc û gûnehê wan tunebûn. 3 sal e dadgeha Egît tê taloqkirin. Ne ceza didin ne tahliye dikin. Ev 2 mehe kurê min di grevê de ye. Bila demildest daxwazên wan bên cih. Em aştiyê dixwazin. Em aramiyê dixwazin. Hîna ku rewşa wan zêde xirab nebûye divê daxwazên wan bên qebûlkirin.