Namzeta keyatiyê: Em ê jin tax û bajarên xwe birêve bibin

  • 09:01 22 Sibat 2019
  • Rojane
AGİRÎ - Mesmegul Ozdemîr ku li Bazîdê yekane namzeta jin a keyatiyê ye, diyar kir ku êdî  dê jin kolanan, bajaran û  taxên xwe rêve bibin. 
 
Dê di 31’ê Adarê de gelên Tirkiyeyê biçin ser sindoqan. Li gel nêzîkbûna hilbijartinên herêmî li herêman partiyan jî lez dan xebatên xwe. Di Hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê  de ku dê pêk bên ne tenê namzetên hevşaredariyê, yên keyatiyê jî wê bên hilatjartin. Li Bazîdê di nav namzetên keyatiyê de tenê jinek heye. Namzeta keyatiyê Mesmegûl Ozdemîr, diyar kir ku êdî kolanan, taxan û bajaran dê jin rêve bibin û got ku  divê di her qadeke jiyanê de jin cih bigirin. 
 
'Dê kolan, tax û bajar ji aliyê jinan ve bên rêvebirin'
 
Mesmegûlê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ê li dijî hişmendiya ku dibêje’Jin nikare’ dê tebikoşin û wiha axivî;” Heta niha her tim gotin  Ji jinan keya nabe’ Ji bo ku li dijî vê hişmendiyê bibim bersiv min biryar da ku ez bibim namzet. Divê civak jî êdî bizane ku jin dikarin di her qadeke jiyanê de cih bigirin. Tenê ez li navçeyê nazmeta jin im. Min bi vê gavê  hêz da jinan û niha herî zêde jin piştgiriyê didin min. Jin baweriyê bi me tînin û bi vê baweriya jinan ez dixwazim bibim keyayê taxê. Heta niha her tim taxa me ji aliyê mêran ve hate rêvebirin, lê ji vê demê şûnde dê jin rêve bibin. Êdî jin dê kolanên xwe, bajarên xwe û taxên xwe rêve bibin." 
 
'Ez ê ji bo jinan bixebitim'
 
Mesmegûlê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ger ew bê hilbijartin  ew ê li taxê ji jinan re qadên kar veke û wiha bi dawî kir;” Ger ku ez 31’ê Adarê bêm hilbijartin ez ê li taxê ji her qadekê ji jinan re cihên kar vekim. Li vê taxê  jin  bi salane nan dipêjin. Ez ê li dijî vê ji jinan re firnên nan vekim û jin dê li wir hem nan bipêjin û hem jî di warê aborî de pirsgirîkan nakişînin. Li taxa me mala şînê tune ye. Ez ê wê jî vekim. Mala ku ez neçimê dê nemîne. Em ê jin bi hev re bi awayekê demokratîk taxa xwe rê ve bibin. Taxa me her sal mêran rêve biriye, lê ji vê demê şûnde dê jin rêve bibin. Ez ê ji bo jinan bixebitim.” 
 
(zyd