Îlham Ehmed li Parlamentoya Brîtanyayê axivî
- 15:40 21 Sibat 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li Parlamenta Brîtanyayê axivî.
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ku li paytexta Îngilîstan Londonê hevdîtinên dîplomatîk dike, doh êvarê li Parlamentoy Brîtanyayê axivî. Ehmed gef û êrîşên dewleta Tirk û têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê jî di nav de gelek mijar nirxand.
Îlham Ehmed, li civînê, ya ku ji hêla Navenda Xebatên Kurd (Centre For Kurdîst Progress) ya Londrayê ve hatibû organîzekirin, bi bîr xist ku di dest wan de 800 girtiyên DAÎŞ'î hene û ev welatiyên 47 welatan in û divê welatên van têkilî welatiyên xwe çareseriyê bibînin. Ehmed got dewleta tirk tim êrîşê tîne ser Kurdan, êrîşên wan ên li ser Kurdan zêde bûne, tecrîda liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got ji bo ku ev tecrîd were şikandin bi sedan Kurd ketine greva birçîbûnê.
'800 çeteyên ji welatên cuda cuda di dest me de ne'
Seroka Desteweya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bal kişande ser girtiyên DAÎŞ'î yên di dest QSD'ê de û got, ''Niha di dest me de 4 hezar malbatên endamên DAÎŞ'ê û nêzî 800 endamên DAÎŞ'ê hene. Ev 800 DAÎŞ'î welatiyên 47 welatan in. Em dixwazin van teslîmî welatên wan bikin. Di şerê dijî DAÎŞ'ê de me 8 hezar şehîd dan, bi hezara birîndar û xaziyên me hene. Bi vî şerî û bi van berdêlan hem me ewlehiya xwe bi cih anî û hem jî ewlehiya hemû Ewropayê. Lê dikarim vê jî bibêjim; hê jî talokeya DAÎŞ'ê ranebûye. Hê jî li deverên mîna Reqayê êrîşên bombeyî pêk tîne. Ji bo vê jî têkoşîna dijî DAÎŞ'ê divê bidome. Ji hêla fizîkî ve dibe ku ji holê rabûbe lê ji hêla îdeolojîk ve têkoşîn dive bidome. A girîngtirîn jî divê ew herêm ewle bimîne û aram bimîne. Ev ê bibe mîsogeriya demokratîkbûna Sûriyê.''
'Tirkiye piştgiriya DAÎŞ'ê dike'
Îlham li ser êrîş û gefên dewleta Tirk jî got, di çav dewleta Tirk de her Kurd terorîst e û domamnd, ''Ji aliyê Rojava ve ti êrîşek neçû ser dewleta Tirk, berevajî tim wê êrîş anî ser me. Ji biryara vekişînê ya Emerîkayê û vir ve dewleta Tirk zêdetir gefan dixwe. Niha jî dixwazin ku herêma ewle bi dest wan were kontrolkirin. Tirkiye bi herêma ewle dixwaze Rojava dagir bike. Heke DAÎŞ ev çend xurt bûbe bandora dewleta Tirk di vê de pir zêde ye. Sînorên Tirk ji bo ku DAÎŞ tê re derbas bibin bû rêyeke sereke.
Dewleta Tirk dibêje ew şerê terorê dike. QSD'ê ya ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirî mîna terorê dibîne. Di çav dewleta Tirk de her Kurd terorîst e. Naxwaze ku Kurd xwe rê ve bibin û bibin vîn. Hûn dibînin, li welatê xwe ku 20 milyon Kurd lê hene êrîşê dibe ser Kurdan û hilbijêrên HDP'ê ya ku 6 milyon deng standiye, wan dixe zindanan.
Tirkiye greva birçîbûnê ji nedîtê ve tê
Niha bi sedan mirov di greva birçîbûnê de ne lê dewleta Tirk xwe nebihîstî dike. Pirs ne pirsa terorê ye, divê Kurd bigihijin mafên xwe yên herî sirûştî. Li ser Rêzdar Ocalan tecrîdeke giran heye. Hemû mafên wî hatine binpêkirin. Ev nêzîkatî her wiha nêzîkatiya li Kurdan e. Niha jî gefa li Rojava dixwe û dibêje ew ê êrîşê bîne. Heke êrîşê bîne rewş dîsa wê bibe weke berê. Wê gelek mirov koç bikin. DAÎŞ dîsa wê bikaribe xwe bide ser hev û xurt bibe. DAÎŞ'ên nû jî dikarin derkevin holê.''