Heyeta Behra Reş û Dayikên Aştiyê Leyla Guven ziyaret kirin
- 15:34 21 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Heyeta ji Behra Reş hat û Dayikên Aştiyê yên ji Stenbolê hatin ziyareta Leyla Guven a ku ev 106 roj in di greva birçîbûnê de ye, kirin.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Piştgiriyên ji bo çalakiya Leyla Guven didomin. Heyeta ji Behra Reş hat û Dayikên Aştiyê yên ji Stenbolê hatin ziyareta Leyla Guven a ku ev 106 roj in di greva birçîbûnê de ye, kirin.
'Em bi fikar in'
Piştî serdana daxuyanî hat dayin. Li ser navê heyeta Behra Reş Endamê MYK a HDP'ê ya Trabzonê Huseyin Taka axivî û got:"Leyla Guven di nava çalakiyek bi rûmet de ye. Li berxwe dide. Em bi fikar in. Ji ber ku Leylayê di warê tenduristiyê de ne baş e. Her çiqas moralê me hebe jî em bi fikar in. Em ê heta dawî şopdarên doza Leylayê bin."
'Piştgiriya Dayikên Aştiyê"
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Bedia Duman got:"Ev tecrîda li ser Birêz Ocalan dijhiqûqî ye. Divê daxwazên Leylayê bi cih bînin."
Piştre ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Bedia Gokyuzu got:"Leyla wekî me aştîxwaz e. Em ê piştgiriya ji bo çalakiya wê bidomînin. Hevalên ku ji bo Birêz Ocalan bedena xwe dane ber agir tenduristiya wan ne baş in. Ez bang li hemû parçeyan dikim û dibêjim bila êdî tecrîd bi dawî bibe."
Piştî daxuyaniyê Heyeta Behra Reş û Dayikên Aştiyê ji mala Leyla Guven veqetiyan.