Huda Kaya: Em jî ji Suleyman Soylu re dibêjin va ye meydan

  • 15:22 21 Sibat 2019
  • Rojane
ENQERE - Bi beşdarbûna Merva Demirel Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya li meclîsê bi boneya 22'emîn salvegera darbeya "post modernê" civîna çapemeniyê li dar xist. Hudayê bang li Suleyman Soylu yê ku polîsên ku tacîz pêk anîn, parast, kir û got:"Em ji kesên ku dijminatiya jinê dike, dibêjin va ye meydan."
 
Bi beşdarbûna Merva Demirel a ku ji aliyê polîsan ve hat tacîzkirin,  Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya li meclîsê bi boneya 22'emîn salvegera darbeya "post modernê" civîna çapemeniyê li dar xist. Hudayê da zanîn ku rojên 28'ê Sibatê hîn di hafizaya civakê de ne û got ku kesên mudaxaleya jiyana mirovan ji bo xwe wekî peywirekê dibînin, dê bi ser nekevin. 
 
'Bi destên AKP'ê tundî û tacîza li ser jinê zêde bûne'
 
Hudayê wiha got:"Hêz niha di destên îktidarê de ye lê tiştek neguhertiye. Bi destên AKP'ê tundî û tacîza li ser jinê zêde bûne. Kesên ku xwe wekî misliman pênase dikin îro li dijî tacîza li jinekê hatiye kirin bêdeng in. Tacîzkaran diparêzin. Ev yek nayê qebûlkirin. Wezîrê Karê Hundur dibêje va ye meydan. Wezîr li dijî mirovên ku li mafên xwe digerin derdikevin. Va ye Merve Demirel îro li vir e. Em daxuyaniya 28'ê Sibatê bi hev re dikin. Kesên ku tacîz û îstismarê zêde dike îktidar e."