HDP’ê li Mêrdînê buroyek din a hilbijartinê vekir

  • 15:13 21 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê, duyemîn buroya hilbijartinê li navçeya Kerboranê vekir. Di vekirina buroya hilbijartinê de peyama “Dê di hilbijartinê de gelê Kerboran vîna xwe û îradeya xwe nîşan bide” hat dayîn.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê, duyemîn buroya hilbijartinê li navçeya Kerboranê vekir. Girseya ku di têketina Kerboranê de kom bû bi konvoyê ket navçeyê. Gelê Kerboranê bi coşeke mezin û bi tililiyan konvo pêşwazî kir. Namzetê HDP'ê yê  Hevşaredartiyê yê Şaredariya Bjarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Namzetên Hevşaredariyê yên Kerboaranê Mevlude Çelebî û Ahmet Încî, Nametên Hevşaredariyê HDP’ê yên Mîdyatê,  rêvebirên HDP û DBP’ê  tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn. HDP’ê buroya hilbijartinê li taxa Bahçebaşi vekir. Di serî de Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Kerboranê Mevlude Çelebî axivî.
 
‘Gelê Kerobaranê heta niha gelek êş kişandiye’
 
Mevlude, anî ziman ku gelê Kerobaranê heta niha gelek êş kişandiye û bi lêv kir ku di hilbijartinê de dê bi ser kevin û gelê Kerboranê dê rizgar bibe. Mevlude, bi lêv kir ku Kerborana wan û serkeftin a gelê kurd e û wiha got: “Em ji bo di hilbijartinê de bi ser kevin em xebateke gelek xurt bikin. Em hêvî dikin ku ev êş û şer bi dawî bibin.”
 
‘Em ê teqez şaredariya xwe ji destê wan bigirin’
 
Piştî Mevlude,  Namzetê HDP'ê yê  hevşaredariya  Kerboranê Ahmet Încî  axaftinek kurt kir. Ahmet, diyar kir ku qeyûmê tayînî şaredariya Kerboranê hatiye kirin dê di  31’ê  Adarê de şardariya xwe ji destê wî rizagar bikin û ev tişt got: “Em ê teqez şaredariya xwe ji destê wan bigirin. Em ê di hilbijartinê de hêza xwe nîşanî wan bidin, dê gelê me şardariyê  rêve bibe. Divê em azadî, wekhevî û aştiyê ava bikin. Em ji hev cudatir nînin.”
 
‘Gelê Kerboranê dê xwedî li vîna xwe derbikeve’
 
Herî dawî jî Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya  Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk axaftin kir. Ahmet, bi lêv kir ku Kerboran herm xwedî dîrokek girînge û hem jî bedelên gelek mezin da ne û wiha domand: “Lê belê gelê Kerboranê tu carî dev ji têkoşîna azadiyê berneda, tawîz neda û dê tawîzê nede jî. Gelê Kerboranê roja hilbijartinê dê biçe ser sindoqan û dê vîna xwe nîşan bide. Dê li dijî hemû zextan serî rabike. Niha hîn kes dixwazin ku gelê Kerboranê bifroşin. Lê belê gelê Kerboranê xwe tu  carî nefroşe. Em dizanin ku dê rojekê azadî, aştî û demokrasî bê ser  axa me. îktîdar dê tu carî nikaribe vîna gekl bigire. Ger, gelê Kerboranê ku têkoşîneke mezin daye bersiva xwe nîşanî wan nede, ji bo me tê wateya bêehlaqiyê. Em îro ji bo azadî, aştî û wekheviyê têdikoşin. Gelê Kerboranê dê têkoşîna xwe ya ehlaqî nîşanî wan bide û xwedî li vîna xwe derkeve.”
 
Piştî axaftinan, bıroya hilbijartinê hat vekirin.