ÎHD'ê bi boneya 21'ê Sibatê pirtûkên Kurdî-Erebî-Tirkî belav kir
- 15:04 21 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Meydana Şêx Seîd heta ber Ulu Camiyê pirtûkên "Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî" yên bi Kurdî-Erebî-Tirkî belav kir.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Meydana Şêx Seîd heta ber Ulu Camiyê pirtûkên "Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî" yên bi Kurdî-Erebî-Tirkî belav kir. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê Selçûk Mizrakli, Hulya Alokmen Uyanik ji bo piştgiriyê beşdarî çalakiya belavkirina pirtûkan bûn.
Piştî daxuyaniya kurt li Meydana Şêx Seîd heta ber Ulu Camiyê pirtûkên "Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî" yên bi Kurdî-Erebî-Tirkî belav kir. Piştî belavkirina pirtûkan çalakî bi dawî bû.