'Leyla Guven rûmeta me ye'

  • 14:35 21 Sibat 2019
  • Rojane
Rûken Goman 
 
QAMIŞLO - Dayikên herêma Koçerata yên ku bi hunerê xwe yên resen tên naskirin tevlî çalakiya grevên birçîbûnê a ji bo piştgirya Leyla Guven bûn, gotin:"Lelya Jina kurd ji mirinê jiyan ava kir,  bi rengê xwe em jî piştgiriya wê dikin.Leyla Guven rûmeta me ye."
 
Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ev 106 roj in di greva birçîbûnê de ye. Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven didomin. Dayikên Koçerata Qamişloyê piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û gotin ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin. 
 
Dayika bi navê Sûad Çawîş got:"Wicdanê Leyla tecrîda li ser Rêberê me qebûl nake. Loma niha têdikoşe. Em ê bi her rengî piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven."
 
Dayila bi nave Eyîşa Seadûn jî wiha got:" Di çanda jina xwedewand de  rihê bawerî û israrê heye. Hêjaye ku em îro tekoşîna Leyla û navê wê di  helbestên xwe de wê vebêjin û li ser dirêj bikin. Leyla ne tenê ji bo azadiye Rêbertî di grevê de ye,  ji bo azadiye tevahî gelê kurd tekoşîn daye meşandin ku gelê kurd her di nav berxwedanê de ye. Banga me ji tevahî gelê me ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bibin heyanî daxwaza Leyla û hevalên wê pêk were."
 
Çalakiya ji bo grevê ev du roj in didome.