HDP: Divê her kes li zimanê xwe xwedî derkeve

  • 14:29 21 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê di peyama ku bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê da, diyar kir ku ev roj roja têkoşîna bi tundiya li ser ziman re ye û xwest ku her kes li zmanê xwe xwedî derkeve. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minsebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek weşand. HDP'ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku li gorî daneyên Rêxistina Perwerdê, zanist û Çandê  ya Netweyên Yekbûyî (UNESCO) li Tirkiyeyê 18 zimanên ku hatine tunekirin an jî li ber tunebûnê ne hene. 
 
'Desthilatdariya AKP'ê li ser qirkirinê ava bûye'
 
HDP'ê bal kişand  ser zext û zordariya li kurdî tê kirin û di daxuyaniya xwe de wiha got, "Desthilatdariya AKP'ê bi polîtîkaya qirkirina çand û ziman radibe. Ji 15'ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê û vir ve, bi rejîma Rewşa Awarte û biryarnameyan re yekane rojnameya bi Kurdî Azadiya Welat, qenalên televîzyonê yên bi Kurdî, ajansên nûçeyan, kovar, radyo, weşanên bi Kurdî, Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, Kurdî-Der, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku di dema tarî ya salên 1990'î de jî hatibû girtin, vê demê hatin girtin."
 
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tabelayên bi kurdî bi destê qeyûman yek bi yek hatin daxistin û axaftina bi kurdî ya li meclîsê bi gotina 'zimanê ku nayê zanîn' li raporan hatiye nivîsandin.
 
'Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve'
 
Di peyama HDP'ê de hat diyarkirin ku têkoşîna wan a ji bo garantîkirina perwerdeya bi zimanê dayikê di destûra bingehîn û qanûnan de, sedemeke hebûna wan a siyasî ye û ev têkoşîna wan wê bidome.
 
Di berdewamiyê de HDP'ê got divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve û wiha hat berdewam kirin"21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, roja xurtkirina têkoşîna li dijî kiryarên qedexekar ên li ser zimanên dayikê ye. Bi vê wesîleyê em 21'ê Adarê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li gelên herêmê û dinyayê pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û hurmetê nîşanî zimanên din ên dayikê bidin."