Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzerên Abdullah Ocalan cara 792'yemîn serlêdan kirin

  • 14:21 21 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re li Îmraliyê hevditin bikin cara 792'yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 20 sal in bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca biçin Îmraliyê û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin bikin carek din serlêdan kirin. Parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Raziye Tûrgût û Mazlûm Dînç bi armanca bi Ocalan re hevdîtinê bikin cara 792’yemîn serî li serdozgeriye dan.
 
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve serlêdan dikin, lê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye," “koster di tamîrê de ye" “OHAL heye” û "Xala 5275'an a der barê tedbîrên ewlehiyê hatin redkirin.