Jin Tv serkeftina jinan a di qada ragihandinê de ye

  • 13:32 21 Sibat 2019
  • Rojane
MEXMÛR -Li Wargeha Şehîd  Rûstem Cûdî(Mexmur) buroya Jin Tv hat vekirin. Jinên ku kêfxweşiya xwe ya ji bo Jin TV anîn ziman diyar kirin jin Tv weşaneke bi hişmendiya jinê dike. 
 
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî(Mexmur) buroya Jin Tv hate vekirin û jinên Wargeha Penaberan ji keyfxweşiya  xwe ji bo  vekirina ofîsa Jin Tv a Wargeha Ş.Rûstem Cûdî anîn ziman. Jinan vekirina buroya Jin tv di qada ragihandina azad de weke serkeftinekê nirxandin. 
 
Jina bi navê Songûl Gûler ku derbarê Jin Tv de nêrîna xwe anî ziman wiha got: “Em weke jinên Wargehê pir keyfxweşin. Dema mirov tekoşîna gelê cihanê meze dike û tekoşîna Gelê Kurd tîne ber hev gelek cudahî heye. Em dikarin bejin Jin Tv jî yek ji van cuda buyinan e. Di qada ragihandanê de gelek ceribandin hatin kirin lê di hemuyan de bandora hişmendiya baviksalar bi şenberiyeke mezin tê dîtin. Buyerên ku jin dijîn bi çavê mêr nikarin bên  ragihandin. Em  weke jinên wargehê Jin Tv nûnerê xwe dibinin ji ber ku em bawerin wê heqîqeta jinê  li cîhanê rabigihîne."
 
'Jin Tv nûnertiya jinan dike' 
 
Jina bi navê Fadîlê Yilmaz tekoşîna jinan û encamên wê yên ji aliye ragihandinê de wiha anîn ziman: “Di nava civakê de rista  herî zêde aîdî jinan e. Beriya tekoşîna azadiyê mafê xwe îfadekirinê ji bo jinan nedihate dayîn lê bi fikr û felsefeya Rêber Apo jin buye xwedî vîn. Ji vir şundatir jin li hemu qadên jiyanê pêşeng e û qada ragihandinê jî yek ji van qadan e ku jin pêşengtiya wê dike. Em jî weke jinên Wargeha Penaberan  ji bo hemu xebatkarên Jin Tv serkeftinê dixwazin."
 
'Mexmûr cihê têkoşîna jinan e'
 
Nuçegîhana Jin Tv Berîvan Tunç jî ji bo hedef û armanca xebatên ku bimeşinin wiha got: “Em ê bi rêya ragihandinê êş û jana ku jinên Wargeha Penaberan jiyane  parve bikin. Ji ber  ku Wargeh cihê tekoşîna jinan a li hemberî desthiladariyê ye. Ragihandin lingekî girîng ê tekoşîna civakan e. Em bi hevîya şoreşa jinê pêş de bibin kar dikin. Em vekira buroya jin TV a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dîyarî şehîdên çapemeniya azad dikin.”
 
'Bi jin Tv em ê dengê xwe bigihînin cîhanê'
 
Jina bi navê Xatun Demîr jî di  nirxandina xwe de wiha got: “Ger ku îro jin dikarin xwe îfade bikin ev derfet Rêber Apo daye ava kirin. Jinan xwe bi tekoşîna Rêber Apo nas kiriye. Jinê çiqas ket dabe jî her tim ev keda wê ji nedîtî ve hatiye. Lê Ji vir şundatir derfetên ku tekoşîna azadiyê ji bo me ava kiriyê, em ê weke jin di qada ragihandinê de jî xwe îfade bikin û bi bi Jin Tv re em ê dengê xwe bigîhinin cihanê."