Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê: 18 ziman bi tunebûnê re rûbirû ne

  • 13:21 21 Sibat 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Naveneteweyî civîn ji çapemeniyê re li dar xist. ÎHD'ê diyar kir ku mafê herî bingehîn ê mirovan mafê bikaranîna zimanê dayikê ye û 18 ziman li Tirkiyeyê bi tunebûnê re rûbirû ne. 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bi minasebta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku li avahiya komeleyê hat pêkanîn de metnê daxuyaniyê yê bi kurdî ji rêveberiya şaxê Vedat Çaçan xwend û yê bi Tirkî jî ji aliyê Cemîle Karakaya ve hat xwendin. 
 
'Li cîhanê 2 hezar û 500 û li Tirkiyeyê jî 18 ziman li ber tunebûnê ne'
 
Cemîle diyar kir ku li gotî daneyên Rêzixstina, Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Ykebûyî (UNESCO)  li ser rûyê cîhanê 2 hezar û 500 ziman û li Tikriyeyê jî 18 ziman bi tunebûnê re rûbirû ne. Her çend ku kes bi zimanên piştre hatine hînkirin ê 2'emîn û 3'emîn xeber bide jî lê nabe wekî zimanê dayikê. Cemîle anî ziman ku mafê herî bingehîn ê morvan perwerdeya bi zimanê dayikê ye û qedexekirina zimanê dayikê li mirovan jî binpêkirina herî mezin a mafên mirovan e. 
 
'Anatoliya kirin çola ziman'
 
Cemîle bal kişand ser dewlemendiya Mezopotamyayê ya di warê ziman û çandê de û wiha got: "Ji ber polîtîkayên yekparêz ên bi salan Anatolyayê veguherandin çolê. Zîhniyeta qedexekar a bi salan îro bi destê AKP'ê tê berdewam kirin. Bi vê zîhniyetê dewlemendiyên çandê yên gelan û zimanê wan hatiye qedexekirin û serdestan bi vê xwestine ku tundiya li ser neteweyan veşêrin û berdewam bikin."
 
'Bi hişmendiya paşverû li nêzî perwerdê dibe'
 
 Cemîle diyar kir ku mafê her zarokan heye bêyî ji zimanê xwe yê dayikê bê dûrxistin perwerdeyê bibîne, lê ev daxwaz her bi  bertekên nijadperest re rûbirû tê hiştin û tune tê hesibandin. Cemîle wiha berdewam kir: "Tirkiye ya ku bi pîrozkirina cejna zarokan pesnê xwe dide, daxwaza zarokên ku dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin red dike û wekî sûc dibîne. Tirkiye bi vê helwesta xwe paşverûtiya herî mezin dike."