'Herî zêde tê xwestin ku Kurdî bê asîmîlekirin'

  • 12:50 21 Sibat 2019
  • Rojane
Gülistan Azak
 
AMED - Hevseroka MED-DER'ê Mîne Karakaş di warê talûkeya tunebûna zimanên Mezopotamyayê de hişyarî kir û got:"Ji nav zimanê Mezopotamyayê yê ku herî zêde tê xwestin bê tunekirin zimanê Kurdî ye."
 
Lijneya Giştî ya UNESCO'yê di sala 1999'an de biryarê digire û ji bo piştgiriya pirzimanî û pirçandiyê 21'ê Sibatê wekî "Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî" îlan dike. Derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de Hevseroka MED-DER'ê Mîne Karakaş got:"Li dijî hemû polîstîkayên asîmîlasyonê divê em di nava tevgereke xurt de bin."
 
'Ji bo zimanê Kurdî xetereyek mezin heye'
 
Mîneyê da zanîn ku Mezopotamya ji bo zimanan cihekî girîng e û wiha got:"Ji ber zextên li ser gelê Kurd zimanê Kurdî ji bo têkildariyê kêm tê tercîhkirin. Loma divê em ji bo zimanê xwe bi awayekî hestiyar tev bigerin. Di warê ziman de em li erdnîgariyek gelek dewlemend dijîn. Lê dîsa jî tenê zimanek li ser me tê ferzkirin. Ev yek jî ji ber polîtîkayên dewletê ye. Ji bo zimanê Kurdî xetereyek mezin heye. Ji bo ev xetereya ji holê rabe divê em hemû Kurd di mijara ziman de bi hestiyarî tev bigerin."
 
'Li dijî asîmîlasyonê em perwerdeya ziman didin'
 
Mîneyê wiha dewam kir:"Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê em wekî MED-DER'ê xebatên hêja dikin. Em hem di warê Dimilkî hem jî Kurmancî de xebatan dikin. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Mezopotamya ji warê dîrok, çand û hunerê gelek dewlemend e. Loma divê gelên li ser axa Mezopotamyayê dijîn li zimanê xwe xwedî derkevin. Divê ji bo berdewamiya zimanê xwe em her di nava xebatê de bin."