Ji Weqfa Mezopotamyayê peyama ji bo roja zimanê dayikê

  • 11:45 21 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Weqfa Mezopotamyayê ku derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyanî da diyar kir ku hemû ziman mîrateya mirovahiyê ne. 
 
Weqfa Mezopotamyay; Derbarê 21'ê SIbatê Roja Zimanê Dayikê ku di sala 1999'an de ji aliyê UNESCO'yê ve hat îlankirin de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya weqfê de hat ragihandin ku 3 sal e ew ji bo bingehê zanîngeheke bi kurdî perwerdê bide ava bikin dixebitin û bal kişnadin ser armanca damzrandina weqfa xwe.  
 
“Weqfa me ev sê sal in ji bo avakirina bingeha zanîngeheka bikurdî xebatên xwe yên li ser ziman didomîne. Ji bo ev bingeh bê amadekirin û materyal bên çêkirin pêwîstî bi termînolojîyeka hevpar a rêziman û lînguîstîkê, bi rêbera rastnivîsînê, herweha bi rêbera rastnivîsîna bê-jeyan hebû. Di vê çarçoveyê da di bin banê weqfa me de, di sala 2015an da Komxebata Kurmancîyê hat avakirin. Gelek zimannas û lêkolînerên kurd endamên vê komxebatê ne û karên xwe yên li ser ziman didomînin.
 
Xebata me ya yekem: 
 
Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê de heye û pêwîstîya wê bi rêbereke rastnivîsînê heye. Ji beşên kurdî yên zanîngehan bigirin, heta televîzyon, rojname, malper û weşanxaneyan, kurdîya kurmancî êdî di gelek waran da çalak e. Di van waran da ji bo nivîsîneke baş, birêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in. Ji ber vê yekê me serê ewil xebata ‘Rêbera Rastnivîsînê’ da pêşîya xwe û piştî gelek komcivînan me xebata xwe bi dawî kir û wekî pirtûk çap kir.
 
Bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê em vê xebata xwe pêşkêşî raya giştî dikin û dibêjin, hemû ziman mîrateya mirovahîyê ye. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li we pîroz be.”