TJA: Ziman hebûna gelan e

  • 11:32 21 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - TJA'yê derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de daxuyaniyek da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîgiya zimanê dayikê got ku ziman hebûna gelan e. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyek da. TJA'yê bi riya daxuyaniya xwe ku bal kişnda ser zimanê dayikê  diyar kir ku ziman rih û têkoşîna gelan a yekem e û ji ber wê dagirker ji bo tunekirina gelên di serî de ji zimanê wan didin destpêkirin û zimanê wan qedexe dikin.
 
TJA'yê bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser zimanê kurd û di destpêka daxuyaniya xwe de wiha got: "Îro roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Ziman hebûna gelan e, ziman rih û tekoşîna gelan ya yekem e. Ji wê sedeme ye ku dagirker tunekirina gelen ji kedexekirina ziman de didin destpêkirin. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ku bi berxwedana gelan hatiye îlankirin em pîroz dikin. Wekî tê zanîn li Tirkiyê pergala hovane hemû derbeyên leşkeri yekem li dijî ziman kirin lê heta roja îro nikaribûne zimanê kurdî tune bikin."
 
'Jinên kurd di hemû şertan de ji bo ziman têkoşîn dan'
 
TJA'yê bal kişand ser têkoşîna jinên kurd a ji bo parastina ziman jî û wiha destpnîşan kir: "Jinên kurd li dijî bişaftina zimanê kurdî berxwedana parastina ziman bê navber didomînin. Jinên kurd ji dema derbaya faşist a 12 Îlonê bigire heta roja îro ya AKP-MHP ji bo zimanê xwe bi dehsalan di zindanê de li ber xwe dan. Di dadgegan de di doza KCK'ê de  berdêla  peyva 'ez livir im' 5 sal bi cezayê girtîgehê dan û bi vê berxwedanê di dadgehan de parastina bi zimanê zikmakî dan qebûlkirin. Ji wan kesan Leyla Guven di roja 106'emîn de berxwedana xwe berdewam dike û nêzî 400 hevalên wê jî ji bo piştevaniyê di greva birçîbûnê de ne û bedena xwe li dijî tecrîtê dihilînin."
 
'Ziman bi rojekê nayê parastin'
 
TJA'yê di dawiha daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi rojekê ziman nayê parastin û ev bang kir: "Em wekî Tevgera Jînên Azad li dijî bişaftinê bang dikin ku ziman bi rojekê nayê parastin. Ji bo tecrita li ser ziman bişkê, li  hemû kadan jiyanê bikin berxwedana ji bo zimanê zikmakî. Bi kurdî biaxifin bi kurdî bixwînin, bi kurdî bijîn, tecrîtê bişkînin ku bi sedan çalekvanên greva birçîbûnê bi ziman re bijîn û bidin jiyandin."