Çalakiya Leyla Guven di roja 106'an de berdewam dike

  • 11:05 21 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 106'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 106'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.
 
Şebnem Korur Fîncanci Leyla muayene kir
 
Leyla Guven a ku mudaxeleya Tibî red dike duh li mala xwe ji aliyê Seroka Giştî ya Wekqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û pispora Tipa Edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ve hat muayenekirin. Şebnem piştî ku Leyla muayene kir derbarê rewşa wê de daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ser xeteriya tendirûstiya Leylayê. 
 
Piştevaniya bi leyla re berdewam dike 
  
Leyla ji roja 8'ê Mijdara 2018'an ku dest bi çalakiyê kiriye ji wê rojê û virde piştevaniya bi çalakiya wê re jî berdewam dike û ji gelek deverên cîhanê , ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyên jê re peyamên piştevaniyê dişînin. 
 
Çalakiya  greva birçîbûnê berdewam dikin
 
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 68'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hwlêrê Nasir Yagiz di roja 93'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 67'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 67'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 33'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 38'an de berdewam dike.
 
Li girtîgehan her roj komên nû beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorneveger dibin.  Herî dawî ji girtîgeha Şakaranê 8 girtiyan diyar kir ku wan ji 15'ê sibatê û vir de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kirine.  Bi tevlibûnên herî dawî yên çalakiyê re hejmara kesên ku tevli çalakiya grevê bûne li girtîgehan 3 derbas kiriye, dibe ku ev hejmara zêdetir jî bibe. Ji aliyekî din ve jî greva birçîbûnê ya dorveger a li girtîgehan jî berdewam dike.