Ji dayikan peyama 21’ê Sibatê: Divê em malên xwe bikin dibistan
- 09:09 21 Sibat 2019
- Çand û Huner
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Dayikên Mêrdînê di derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê axivîn û gotin ku îktîdara tirk li dijî zimanê kurdî êrîş daye despê kirin û ev tişt gotin: “Divê em di malên xwe de bi zimanê kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Divê em malên xwe bikin dibistan.”
Di Danezana Gerdûnî Ya Mafên Ziman, ya kû di sala 1996’an de hatiye pejirandin de qala Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a kû di derheqê mafên mirovan de nivîsarek bingehîne dike û dibêje “ hemû civakên xwedî ziman, xwedî mafên wekhev in”, “herkes xwedî vî mafî ye ku zimanê xwe di çalakiyên raya giştî de bimeşînin” û “hemû civak, xwedî wî mafî ne ku zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî fermî li ser axa ku li ser dijîn, bi kar bînin.” Lê bele hem di qanûnên welatan û hem jî di pratîkê de tu kes rêzê ji zimanê gelê ku li ser axa wî serwer e re nagire û wekî ku tê zanîn ji ber vê helwestê tên wenda kirin. UNESCO, ji bo ku li cîhanê mafê ziman bê parastin, ji bo ku hikumet rêz û hurmetiyê ji ziman re nîşan bide û dewlemendiya zimanan biparêze di 21’ê Sibata sala 1999’an û vir de ev roj wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kiriye.
Dema ku mirov bi wesîleya vê rojê jî be li rewşa zimanê kurdî dinêre mirov dibîne ku tu ziman bi qasî zimanê kurdî tuşî zilm nebû ye. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê heta demeke nêz jî zimanê kurdî ji aliyê Tirkieyê ve tune hat hesibandin. Lê li gel hin guhertinan jî mirov nikare bibêje ku hebûna zimanê kurdî ji aliyê Tirkiyeyê ve haiye qebûlkirin. Ji ber ku li tu sazî dibistan û cihên fermî ev ziman nikare bê bikaranîn û qedexeya li ser ranebûye. Li gel gelek hewldanan îna jî perwerdeya bi zimanê kurdî di fermiyetê de ji aliyê Tirkieyê ve nehatiye qebûlkirin û hişmendiya yek netew, yek ziman û yek al li ser kar e. Dayikên Mêrdînê yên ku li heber vê helwesta hikûmetê bi bertekin bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê nîrîna xwe anîn ziman.
‘Doza me doza zimanê me ye’
Dayika bi navê Hesîbe Mengîrkaon, wateya 21’ê Sibatê Roja Zimabê Zikmakî ya Cihanê bi bîr anî û anî ziman ku ziman hebûn, çand, hûner, welat û axa gelê kurd e û wiha got: “Em wek jinên kurd dibêjin ku Kurdistan dayika me ye. Wê demê jî zimanê kurdî jî ji bo şexsiyet û ji bo hebûna me nasnameya me ye. Em çend mîlyon kurd hem li cihan û hem jî li Kurdistanê dijîn. Pergal îktîdar û dewlet dixwazin ku zimanê me biqedînin. Ew îmkan û derfetan nadin me ku em zimanê xwe pêş bixin. Em wek dayik, jinekê kurd û malbatên Kurdistanî li zimanê xwe xwedî derbikevin. Lê ev têrê nake divê ku ev ziman bi awayekî fermî bê bikaranîn û zarokên me bi zimanê dayika xwe karibin perwerdê bibînin. Lê ez dîsa jî dibêjim divê em zimanê xwe bi zarokên xwe bidin axaftin. Dema mirov lê dinêre dibîne ku malbatên me êdî bi zimanê xwe di malên xwe de bi zarokên xwe re napeyivin. Ev jî ji bo me xetereyek gelek mezin e. Zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me hebûna me ye. Zimanê me nasnameya me ye. hemû kes bi zimanê xwe, xwe dikare îfade bike. Em jî bi zimanê xwe yê kurdî xwe îfade dikin. Heta ku heywan xwe bi zimanê xwe îfade dikin. Doza me doza zimanê me ye. Divê em rê nedin ku zimanê me bê tunekirin.Divê em zimanê kurdî fêrê zarokên xwe bikin.”
‘Zimanê mirovan rûmeta mirovane’
Hesîbe, diyar kir ku di pêvajoya derbas dibin de îktîdar bi zimanê tirkî dixwaze ku kurdan asîmîle bike û ev tişt got: “Îro mînaka herê baş malên me ne. Îktîdar tiştê ku dikeve dixwaze zimanê tirkî li ser gelê kurd ferz bike. Lê divê em rê li pêşiya wan venekin. Zimanê mirovan rûmeta mirovan e. Divê em pêşî zimanê xwe pêş bixin û zarokên xwe ji vî asîmîlasyonê dur bixin. Qedexeya ku li ser ziman tê kirin, her wiha ser çand, huner û nasnameyê jî tê kirin. Ziman mirovan temam dike û vîna mirovan diafirîne. Lê belê dewlet ew derfet û îmkanan nade me. Berê li gelek deverên Kurdistanê gelek saziyên zimanê kurdî hatin vekirin. Lê hemû ji aliyê dewletê ve hatin girtin. Dema ku em xwedî li zimanê xwe dernekevin dewlet tucarî vî mafî nade me. Divê em malên xwe bikin dibistn. Divê em zimanê xwe biparêzin. Zimanê me zimanekî pîroz e. Dema gelê kurd azad be dê zimanê kurdî jî azadtir bibe.”
‘Divê em kesayetiya xwe bi wan bidin qebûl kirin’
Dayika bi navê Ayşe Bozan jî diyar kir ku wateya 21’ê Sibatê ji bo wan gelek girînge û wiha pêl da axaftina xwe: “Ziman nasname û hebûna me ye. Dema mirov di malên xwe de kurdî neaxive helbet dê zimanê me bê qedexekirin. Tunebûna zimanê kurdî tunebûna gelê kurd e. Beriya sê salan dewletê berê xwe da saziyên zimanê kurdan û hemû saziyên me hatin girtin. Ev êrîş ne bitenê li dijî zimanê kurdî ye, her wiha ev êrîş li dijî nirx û hebûna kurdan e. Ev hemû girêdayî hevin. Beriya her tiştî divê em malên xwe bikin dibistan û di malên xwe de perwerde bidin zarokên xwe. Lê ev têrê nake ji bo ku zimanê bi awayekî fermî bê bikaranîn jî divê ku têkoşîna me bidome. Dema mirov têkoşîna xwe xurt neke mirov nikare li dijî van êrîşan bisekine. Li dijî van hemû zextan divê kurd ziman ê xwe biparêzin û di serî de zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. Zimanê me zimanekî kevnar û şîrîn e.”