Namzeta HDP’ê ya Dîgorê: Em ê bibin parazvanên zimanê xwe
- 09:03 21 Sibat 2019
- Rojane
Zeynep Durgut
QERS- Li Tirkiyeyê bi salane ziman tên pişavtin û bindestkirin. Herî zêde jî ji vê yekê zimanê kurdî para xwe digire. Bi hatina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî namzeta HDP’ê ya navçeya Dîgorê û ku di heman demê de nivîskar û mamosteya kurdî ye Gûljîn Kaya êrîş û polîtikayên qeyûman yên li ser zimanê kurdî nirxand.
Di sala 2016’an de bi dehan şaredariyên DBP’ê ji aliyên qeyûman ve hatibûn desteserkirin û li gel desteserkirina şaredariyan yêkem hedefa qeyûman bibû girtina qadên perwerdehiyên zimanê kurdî û jêkirina lewhayên kurdî. Hemû xebatên ku ji bo pêşketina zimanê kurdî hatibûn destpêkirin hatine betalkirin û ziman bi êrîş û pişavtineke mezin re rû bi rû ma. Bi hatina 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî re namzeta HDP’ê ya navçeya Dîgorê ku di heman demê de mamoste û nivîskara kurdî ye Guljîn Kaya tekîldarî polîtikayên qeyûman yên li dijî zimanê kurdî nirxandin kir. Gûljînê diyar kir ku di cîhanê de hemû ziman wekhev hatine afirandin û got ku ew ê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin û li dijî pişavtinêqadên perwerdehiya ziman vekin.
‘Zimanê kurdî divê bibe zimanê wêje yê’
Gûljînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya zimanan û got ku li Tirkiyeyê li dijî zimanê kurdî bêtemmuliyek heye û wiha axivî;” Ez li gundê Arfatê yê Dîgorê hatime dinê. Berî salên gelek dûr û dirêj em koçberî metrepolên rojavayê Tirkiyeyê Îzmîrê bûn. Min di nav xebatên ciwanan û jinan cih girt. Min li KURDÎ-DER’ê 5 salan perwerdehiya zimanê kurdî da û Ege GÖÇ-DER’ê de min di rêveberiyê de cih girt. Her wiha di serdemekî min li Îzmîrê berdevka komîsyona perwerdehiya zimanê kurdî kir. Niha jî ez li ser wêje û zimanê kurdî xebatên xwe dimeşim. Pêşiya me de 21’ê Sibatê Roja Zimanê zikmakî ya Navnetewî heye. Ez vê rojê li hemû gelên bindest û hemû gelê kurd pîroz dikim û hêvî dikim ku ev roj bibe wesîle ji bo xweseriya zimanên bindest. Em ji wek kurd û netewa kurd dixwazîn ku bi zimanê xwe û çanda xwe bijîn. Êdî ne tenê bi devkî di heman demê de bi nivîskî û wêjeyî berhemên me hebin ku çanda me û dîroka me wenda nebe. Ziman mafeke xwezayî û gerdûnî ye. Lê mixabin em kurd ji wê bêparin.”
‘Polîtikayên qeyûman polîtikayên pişavtina ziman û qirkirînê bûn’
Guljînê destnîşanî polîtikayên ku qeyûman li dijî zimanên kurdî li herêmê dan meşandin kir û wiha dom kir;” Li Tirkiyeyê li dijî zimanê kurdî bêtemûliyek heye. Dema ku penaberên Suriyeyê hatine Tirkiyeyê ji wan re di 2 salan de gelek lewhayên erebî li welatên me hatine daliqandin. Li Tirkiyeyê gelê herî bingehîn kurd in. Çiqas welatê tirkan be ewqas welatê me ye jî. Rêzdariya li dijî zimanan rêzdariya li dijî gelan e.Ev 2 salin qeyûm şaredariya Dîgorê desteser kiriye. Piştî rewşa awarte hate îlankirin bi KHK’yan gelek sazî û dezgehên kurdî hatin girtin. 31’ê Adarê gelê me dê derseke demokrasiyê bide pergalê. Li ser zimanê kurdî bêtemûliyeke mezin heye. Gava ku qeyûm tayînî şaredariyan kirin, yêkem hedefa wan bû lewhayên kurdî, perqên bi navê kurdî û kolanên bi navê kurdî hatibûn ava kirin yan ew lewhe hatine jêkirin yan jî navên kurdî hatin xîzkirin. Polîtikayên qeyûman polîtikayên pişavtina ziman û qirkirînê bûn. Em ji wek kurd dixwazîn, wek her gelekî ser xaka xwe bi zimanê xwe bijîn.”
‘Ji bo parastina ziman em ê bixebitin’
Guljînê anî ziman ku li gel serkeftina 31’ê Adarê ew ê li dijî polîtikayên qirkirinên ser zimanan bibin parazvanên ziman û wiha bi dawî kir;” Gava ku ez hatime hilbijartin jî ez ê xebatên xwe yên li ser ziman berdewam bikim û mamostetiya kurdî bidomînim. Ez ê hem xîzmeta ziman hem jî ya civakî bidim meşandin. Li gel serkeftina 31’ê Adarê em ê li navçeyê qursên zimanê kurdî vekîn. Di hêla parastina zimanan de em ê xebatan bidîn meşandin û em ê pêş dibistanan vekîn. Em ê nebîn qirkerê ziman, em ê bibîn parazvanên zimanan. Li dijî polîtikayên qirkirina ziman em ê bibîn şarederiyek ziman parêz. Di warê jinê de jî civakî, aborî û çandî ji her qadekê de em ê xebatan bidîn meşandin.