Baroya Wanê: Em ji heqîqetê tawîzê nadin
- 15:30 20 Sibat 2019
- Rojane
WAN - Baroya Wanê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî Muduriyeta Giştî ya Emniyetê ku îşkenceya li zarokan hat kirin red kir û derbarê wan de serlêdana sûc kir da û wiha got: "Em heta roja îro li dijî her binpêkirineke mafan bêdeng nemane û ji îro pê de jî em namînin. Erka me ye ku em bibin dengê hemû kesên ku bi neheqiyê re rûbirû mane."
Baroya Wanê têkildarî 3 zarokên piştî hatin binçavkirin li Miduriyeta Şaxa Asayîşê ya Wanê hatin îşkencekirin, daxuyaniya Miduriyeta Giştî ya Emniyetê (EGM) û der barê baroyê de gilîkirina sûc daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parêzerên endamên Baroyê li ber Dadgeha Wanê kom bûn û daxuyanî dan. Namzeta Hevşaredariya HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan a endama baroyê ye û Hevserokê HDP'a Wanê Umît Dede yê endamê baroyê ye jî destek dan parêzeran.
Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar di daxuyaniyê de axivî û bûyera di 15'ê sibatê de bibîr xist û diyar kir ku ji 11 zarokên hatin binçavkirin O.D., Ş.Y. û O.S. paş ve hatine kelepçekirin û bi qûndaxa çekê, kulm û pihînan li serî, çav û zikê zarokan dan e û îşkence li wan hatiye kirin.
'Dozgerî neketiye tevgerê'
Zulkuf diyar kir ku piştî 3 rojan a îşkenceyê û muameleya xerab îfadeyên zarokan hatine girtin û got: "Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hatiye beralîkirin. Bi awayek bêhiqûq û bêhêcet dema binçavkirina wan hatiye dirêjikirin." Zulkuf da zanîn ku wan têkildarî îşkence û muameleya xerab li zarokan hatiye kirin li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê sûc kirine û dozgerî ji bo mijarê hêj neketiye tevgerê.
'Gûman bar tên parastin'
Uçar bal kişand ser daxuyaniya Miduriyeta Giştî ya Emniyetê û wiha got: "Bi daxuyaniyê baro û endamên wê krîmînalîze dikin. EGM gûmanbaran diparêze. Bi dxuyaniya ku dan jî aşkera dikin ku ew sûcdar in. Pir aşkere ye ku daxuyaniya rastiya ji holê radike. Daxuyanî jî ne tesadufî ye. Mafê parastinê ya parêzeran jî tê astengkirin. Ji ber baroya me li dijî îşkenceyê û muameleya xerab derdikeve bi sedema 'helwesta destekê dide rêxistina terorê' der barê baro û endamên baroya me de giliyê sûc hatiye kirin. Gilîkirina sûc a EGM'ê niximandina ser heqîqetê ye û dixwaze faîlên îşkence kirin e biparêz e. Em ê wek baroya bedela wê çi dibe bila bibe tu demê tawîz nedin û li dijî îşkence û muameleya xerab li têbikoşin. Em bi daxuyaniyê wek yên EGM'ê jî bêdeng nabin, bila viya baş bê zanîn."