Komîsyona Jinan a ÎHD'ê: Dewlet destdirêjiyê meşrû dike

  • 14:45 20 Sibat 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a ÎHD'ya Îzmîrê diyar kir ku destdirêjî cureyekî tundiyê ye, bi destê dewletê tê meşrûkirin û got ku divê derbarê polîsê li Merve Demîrel destdirêjî kir lêpirsîn bê vekirin. 
 
Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, derbarê xwendekara zanîngehê Merve Demîrel ku piştgirî da daxuyaniya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên GIrtiyan (TAYAD) a di 16'ê sibatê de hat dayîn û bi destdirêjiya polîsan re rûbirû ma de civîna çapemeniyê li dar xist.  Di civîna ku li avahiya komeleyê hat lidarxistin de metnê hat amadekirin ji aliyê Cemîle karakaya ve hat xwendin.   
 
'Îşkence û destdirêjî tê meşrûkirin'
 
Cemîle diyar kir ku Merve dema mafê xwe yê tevlibûna xwepêşandan û civînan bi kar anîye bi destdirêjiyê re rûbirû maye, ev destdirêjî hatiye belgekirin û ev jî nêrîna dewletê ya li jinê nîşan dide. Cemîle anî ziman ku îşkenceya êzên dewletê bi kar tînin muameleya dewletê ya biçûkxistinê ye û wiha berdewam kir: " Piştî ku bûyera destdirêjiyê derket hol dewlet li polîsê xwe xwedî derket û kesa ku bi destdirêjiyê re rûbirû hat hiştin û malbata wê jî terorîst îlan kirin. Wekî ku Merve û malbata xwe ji be tevli çalakiyan bûne ev êrîş heq kiribin hatin pênasekirin. "
 
'Ji bo Mudurê emniyetê daxwaza lêpirsînê'
 
Cemîle anî ziman ku wan bi parêzerê Cemîleyê re derbarê polîsê berpirsiyar de serlêdana suc kirine û ji bo mudruê emniyetê jî ji ber daxuyaniya ku daye jî ji sûcê "reşkirinê" daxwaza vekirina lêpirsînê kirine.
 
'Destdirêjî îşkence ye'
 
Cemîle diyar kir ku ew her cureyê tundiyê ku ji aliyê dewletê ve tê kirin red dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibêjin destdirêjiya li Merveyê hat kirin di kesayeta wê de li hemû jinan hatiye kirin.  Destdirêjiya ku ji aliyê hêzên deweletê ve hatiye kirin ne tiştekî ji rêzê ye û îşkence ye. Ev ne îşkenceyeke ji rêzê ye. Em daxwaza ku kesê ev sûc liriye bê cezakirin dikin."