Çalakgerên Mexmûrê: Heta ku em negihêjin armanca xwe em dest ji çalakiya xwe bernadin

  • 13:23 20 Sibat 2019
  • Rojane
Çalakgerên Mexmûrê: Heta ku em negihêjin armanca xwe em dest ji çalakiya xwe bernadin
 
MEXMÛR - Di 12'ê Çileyê de li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven komekê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Îro koma 23'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah di roja 67’an de didome. Çalakî îro bi merasîmeke girseyî ji aliyê koma 23’an ve hat dewirgirtin. 
 
Merasîma dewirgirtinê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin. Beriya ku koma 23’an çalakiyê dewir bigire, berdevkê koma 22’an Ezîz Kara axaftinek kir. Ezîz diyar kir ku pêla berxwedanê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Kurdistanê û seranserê cîhanê belav dibe û wiha pê de çû: "Çalakiya ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir, îro bi Nasir Yagiz, Fadîle Tok, 3ımam Şîş û bi dehan berxwedêrên din dewam dike. Heta ku em negihêjin armanca xwe em dest ji çalakiya xwe bernadin."
 
'Têkoşîna jina wê Rêbertî azad bike'
 
Jin hatin serdana endama koordinasyona meclisa Îştar Fadîle Tok ku ev 32 roje di çalakiya greva birçîbunê ya bêdem û dorveger de ye. Çalakvan Fadîle Tok hîtabê jina kir û got. “ Heya ku tecirîd bi dawî nebe wê ev çalekiya min berdewam bike, ez di vê çalekiya xwe de mafdar im ji ber em bi saya ramanên Rêber Apo gihane vê rojê. Ji bo azadiya Rêbertî hêviyên min mezinin emê Rêberê xwe azad bikin tiştek ji berxwedanî bi rumetir tune ye.”
 
Merasîm bi diruşmeyên ‘ Bijî Serok Apo, bê Serok jiyan nabe, Bijî Berxwedan Zîndanan’ dewir hat girtin.