Li Antalyayê bersûcê taciza zayendî hat girtin
- 12:14 20 Sibat 2019
- Rojane
ANTALYA -Yilmaz K. yê ku li Antalyayê li wesayeta hevpar jinek tacîz kiribû ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Li Navçeya Konyaalti ya Antalyayê mêrê bi navê Yilmaz K. li wesayeta hevpar jinek bi tacîzê rû bi rû hiştibû. Li ser bertekdayina xwendekara jin a zanîngehê ajokar derî girtibû û gazî polîs kiribû.
Yilmaz K. dema ku hat binçavkirin jina ku hatibû tacîzkirin jî çû emniyetê û bûyer rave kir.
Yilmaz K. yê ku sûcê xwe qebûl nekir ji aliyê dadgeriya nobedar ve hat girtin.