Martîna Anderson: Qanûnên ji bo her kesî pêk tê divê li Îmraliyê jî pêk bê
- 09:32 20 Sibat 2019
- Rojane
Berîtan Elyakut
AMED - Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya ji Îrlandayê Martîna di roja 104’ê çalakiya Leyal Guven de çû serdana wê û bang li Yekitiya Ewropa, CPT û Konseya Ewropayê kir ku bikevin tevgerê û wiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê de xalên di qanûnên xwe de divê li Îmraliyê jî pêk bîne, dawî li tecrîdê bîne. Em ê bibin dengê Leyla û hevalên Leylayê.”
Çalakiya Greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca şikandina tecrîdê dabû destpêkirin ket roja 105’an. Her wiha li girtîgehên cuda jî grev hatibûn destpêkirin û ew jî didomin. Ji Ewropayê gelek heyet û parlamenter hatin Amedê û pevajoyê dişopînin.
Yek ji van jî Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya ji Îrlandayê Martîna Anderson ya ku 13 salên xwe di girtîgehê de derbas kiriye. Martîna duh çû serdana Leylayê û piştî serdanê bang rayagiştî ya navneteweyî, parlamentoya Ewropayê, rayedarên Tirkiyeyê û CPT kir.
‘Min 10 hevalên xwe di grevan de winda kir’
Martîna bi lêv kir ku di 1981’ê de li Îrlandayê 10 hevalên wê li girtîgehê di grevê de jiyana xwe ji dest dane û got: “Ew dem û ya niha gelek dişibin hev. Wê demê 5 daxwaz hebûn. Hikûmeta Îngîlîz pêngav der barê daxwazan de neavêt. Ez 13 sal û nîvan di girtîgehê de mam. Ez dizanim girtîgeh çawa ne. Ez ji girtîgeha Îngîlîz surgunê ya Îrlandayê bûm. Min şahidiya her tiştî kir. Di pêvajoya aştiyê de hatim berdan. Ez dizanim girtî di pêvajoyên aştiyê de rolek çawa dilîzin. Ji ber vê divê dewlet jî qanûnên xwe pêk bîne.”
‘Leyla parlamenter e divê tu car nehatiba girtin’
Martîna got di pêvajoya girtina Leylayê de bi heyetekê re xwestine biçin serdana Leylayê û got: “Piştî vegeryam Ewropayê tiştên hatin jiyîn me bi rayagiştî re parve kir. Me li ser rewşa Leylayê parvekirin kirin. Piştre em hîn bûn ku Leyla hatiye berdan. Divê Leyla tu car nehatiba girtin. Ew parlamenter bû. Em riya 20 saetan çûn û piştre me Leyla ziyaret kir. Piştî min Leyla dît fikarên min zêde bûn. Lê tevî hemû tiştên neyînî Leyla bi biryar bû. Bi Leylayê re niha nêzî 300 girtî jî di grevê de ne.”
Martîna destnîşan kir ku banga Leylayê ya ji bo CPT, Ewropa, Konseya Ewropayê, Yekitiya Ewropayê jî ji bo rakirina tecrîdê ye. Wek tê zanîn Yekitiya Ewropayê Tirkiye wek welatekî ne bi ewle îlan kiriye. Ji ber vê banga min ev e;Rewşa Leylayê asta krîtîk ji zû de derbas kiriye. Ji ber vê divê em rabin ser piyan û deng derbixin. Daxwaza Leylayê daxwazeke dikare bê cihanîne. Bang li CPT, Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê dikim ku demildest bikevin tevgerê.”