Femînîst Ozgul Sakî: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bê kirin

  • 09:20 20 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Femînist Ozgul Sakî diyar kir ku tevgera azadiya Kurd û tevgera femînîst di têkoşîna li hemberî şer de di gelek zemînên hevpar de hatine cem hev û wiha got: “Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin, di rojeva tevgera femînîst de ye. Di vê atmosfera giran a siyasî de, têkoşîna tevgera jinan, dikare deng bide dengê Leylayê û encamê bigire.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto bike, dabû destpêkirin roja 105’an li pey xwe hişt. Li girtîgehan jî bi heman daxwazê grev hatibûn destpêkirin û ew jî didomin. Yên ku herî zêde dîsa piştgirî dan Leylayê jin bûn. Gelek jin û saziyên jinan peyama piştgiriyê dan Leylayê û banga çalakiyên piştgiriyê kirin.
 
Femînîsta serbixwe Ozgul Sakî, çalakiya Leyla Guven û piştevaniya jinan nirxand û diyar kir ku jin dînamîka jiyana civakî ye û wiha pê de çû: “Em ji berxwedana Rojava, berxwedana jinên Zapatîsta, berxwedana li erdnîgariyên cuda, dizanin ku dema jin carekê biryara berxwedanê didin tu car şûnde gavê navêjin. Biryarbûn û berxwedana di encama tecrube û pratîkên jiyana jinan de derketine holê me jin û femînîstan di serhildanên civakan de dide eniya pêş.”
 
‘Leylayê bedena xwe veguhert bangê’
 
Ozgulê bi lêv kir ku daxwazên Leyla Guven divê ji aliyê hemû kesên têkoşîn aştî û azadiyê didin ve xwedî lê bê derketin û wiha pê de çû: “Yên ku herî zêde ji tecrîdê bi bandor dibin bêguman jin in. Lê dîsa yên di vê pêvajoyê de kolan terk nekirin dîsa jin bûn. Leylayê ji bo ev tecrîd rabe bedena xwe veguhert bangê. Pratîka çalakiya xwe derxist holê. Grevên birçîbûnê yek ji rojevên tevgera femînîst e. Ez bawer dikim ku têkoşîna tevgera jinan wê deng bide dengê Leylayê û dikare encam bê girtin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, şertê aştiyê pêk bên, hewcedarî bi zemîneke têkoşînê ya dînamîkên civakê heye.”