Malbata Girtiyê nexweş: Berî bimire dengê wî bibihîzin
- 09:15 20 Sibat 2019
- Rojane
Zeynep Durgut
AGIRÎ - Girtiyê nexweş ê bi navê Nurî Yildiz ku ji girtîgeha Panosê sirgûnî gitîgeha Tîpa T ya Beşikduziyê hat kirin rewşa wî her roj ber bi xirabûnê ve diçe û Nurî bi tu awayî nayê dermankirin. Xwasiya Nurî, Zahide Solmaz bang li herkesî kir ku dengê girtiyan bibihîzin û bidin bihîstin.
Li Tirkiyeyê girtîgeh bi girtiyên nexweş tijî bûye û li girtîgehan di demên dawî de bi grevên birçîbûnê re binpêkirina mafan, zext û pêkanînên kêfî zêde bûn û girtiyên nexweş bi tu awayî nayên dermankirin. Di girtîgeha Beşikduziyê ya Tîpa T a Trabzonê de girtiyê bi navê Nurî Yildiz ê ku ji dilê xwe û gurçîkên xwe nexweşe ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi tu awayî nayê tedawîkirin.Xwesiya Nurî, Zahîde Solmaz bertek nîşanî vê helwesta rêveberiya girtîgehê da û got ku rewşa wî di xeterê de ye û ew nikare di bin şert û mercên girtîgehê yên zahmet de bîjî.
‘Divê bê derzîkirin lê 2 meh bûn hîna nehatiye derzîkirin'
Zahideyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan pir zedeye û got ger girtiyê nexweş Nurî neyê dermankirin, ew ê bi pirsgirîkên mezin re rû bi rû bimîne û wiha berdewam kir;” Niha li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtîyên nexweş hene û yek ji van di bin şert û mercên baş de nayên dermankirin. Nurî di girtîgeha Patnosê de bû û piştre sirgûnî Girtîgeha Beşikduziyê ya Tîpa T a Trabzonê hat kirin. Rewşa wî pir giran e. Rapora wî jî heye ku ji dile xwe û gurçîkên xwe nexweşe. Her mehê carekê derzî lêkeve. Lê ev 2 mehin tedawiya wî tune ye û derzî lê nexistine. Ji gurçîka wî xwîn dirije. Rewşa wî pir nebaşe. Ji ber ku sirgûnî Trabzonê kirîne em nikarîn biçin hevdîtina wî. Em ji tendûristiya wî bi gûman in. Berî ku bimire dengê wî bibihîzin. Ev 2 sal e di bin şert û mercên girtîgehê yên herî giran de tedikoşe. Ev tişt nayê qebûlkirin. Ger mijar tendûristiya mirov be, her tişt rewa ye û divê ew bi lez bê tedawîkirin. Ger neyê tedawîkirin ew ê bimre. Dengê girtiyan bibihîzin.”
‘Dengê girtiyan bibihîzin û bidin bihîstin’
Zahideyê destnîşanî mirinên li girtîgehan kir û got ku berî hejmara miriyan li girtîgehan zêde bib, dengê girtiyan bibihîzin û wiha pê de çû;”Her roj ji girtîgehan agahiyên mirinê tên û niha jî bi hezaran li ber xwe didin. Divê gel li dijî zilma li ser girtiyan bêdeng nemîne. Îşkenceyên li dijî mirovahiyê pêk tên û herkes li dijî vê zilmê bêdeng e. Li ku dera cîhanê hatiye dîtin ku tendûrîstî û ewlehiya mirovan evqas hatiye binpêkirin. Bi vê jî namînin dest bi sirgûnan dikin. Armanca sirgûnan jî ew e ku tekiliya malbatan bi zarokên wan re qut bikin. Tirkiye ji gel re kirin zîndan. Niha hevjînê min jî di girtîgehê de ye. Li malbatên kurdan zilmê dikin. Bi vê polîtikayê ew ê negehijin armanca xwe. Dengê ku ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin û bidin bihîstin.”