Jinên Şehbayê: Berxwedana Leyla Guven berxwedana me ye
- 09:05 20 Sibat 2019
- Rojane
Hesna Miheme
ŞEHBA - Endam û Rêveberên Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê berxwedana 104 rojan a Leyla Guven silav kirin û gotin:"Leyla Guven Sembola têkoşîn û berxwedanê ye, wê jin bi hev re tecrîdê bişkînin."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 104'an. Têkildarî mijarê de Endam û Rêveberên Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê gotin:"Berxwedana Leyla Guven berxwedana me ye."
'Çalakiya Leyla Guven pîroz û bi nirx e'
Endama Yekîtiya Mala Jin a Kantona Şehbayê Hemîde Temo diyar kir ku divê her jinek di rêya têkoşîna Leyla de bimeşe û got:"Leyla sembola têkoşîn û berxwedanê ye. Çalakiya Leyla Guven pîroz û bi nirx e, Leyla Îradeya tevahî jinan e. Em ê heta dawî bi dilekî germ li berxwedana Leyla Guven xwedî derkevin."
'Jin bi hev re wê tecrîdê bişkînin'
Her wiha jina bi navê Îman Oso anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşiyaye û wiha got:"Leyla ji bo aştî û azadiya Rêber Apo bedena xwe daye ber birçîbûnê. Em ê ji bo aştî û azadiya Rêber Apo heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven."
'Leyla sembola jina azad e'
Rêvebira Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Zehra Gelo got:"Weke jinên Şehbayê berxwedana Leyla Guven em slav û pîroz dikin. Leyla Guven bû sembola jina azad û xwedî îrade, em ê bi vê îradeyê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin. Leyla Guven Sembola têkoşîn û berxwedanê ye, wê jin bi hev re tecrîdê bişkînin. Berxwedana Leyla Guven berxwedana me ye."