ROJEVA 20'Ê SIBATA 2019'AN

  • 09:00 20 Sibat 2019
  • Rojev
*Endam û Rêveberên Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê berxwedana 104 rojan a Leyla Guven silav kirin û gotin:"Leyla Guven Sembola têkoşîn û berxwedanê ye, wê jin bi hev re tecrîdê bişkînin." DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Mehfûze Elî bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê daye, 5 keçên xwe bi keda destên xwe tevî hemû zehmetiyan daye xwendin û niha jî têkoşîna xwe didomîne. Mehfûzeyê dibêje:"Jiyan her çiqas dijwar be jî bi têkoşîna ji dil mirov dikare li ser piyên xwe bisekine."
 
*Jiyana ku di bin sîwana aştî û wekheviyê de bi destên jinê dihat meşandin bi zihniyeta baviksalarî ji holê rabû. Jina ku berhemên bi destên xwe ava dikir xwedî roleke sereke bû. Zihniyeta baviksalarî jin ji bo mêran kir kole. Mêrên ku berhemên jinê dizîn niha zilma xwe jinê dikin. Dema ku mêr bû serdest civak parçe kir. Jina xwedawend ji rola xwe hat dûrxistin. Bê kolekirina jinê civak jî kirin kole. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe û pêş nakeve. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Girtiyê nexweş ê bi navê  Nurî Yildiz ku ji girtîgeha Panosê sirgûnî gitîgeha Tîpa T ya Beşikduziyê hat kirin rewşa wî her roj ber bi xirabûnê ve diçe û Nurî bi tu awayî nayê dermankirin. Xwasiya Nurî, Zahide Solmaz bang li herkesî kir ku dengê girtiyan bibihîzin û bidin bihîstin. BI DÎMEN 
 
*Jinên HDP’ê ‘Encamnameya Jinê’ ya ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê hatiye amadekirin nirxandin û gotin: “AKP’ê xwest bi xespkirina qeyûm destkeftiyên jinan tune bike, lê em ê jiyanek di bin esasa pêşengiya jinê de her tim bihonin. Ne qeyûm ne jî wezareta karê hundir wê pêşî li hedefên me negire.”BI DÎMEN 
 
*Femînist Ozgul Sakî diyar kir ku tevgera azadiya Kurd û tevgera femînîst di têkoşîna li hemberî şer de di gelek zemînên hevpar de hatine cem hev û wiha got: “Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin, di rojeva tevgera femînîst de ye. Di vê atmosfera giran a siyasî de, têkoşîna tevgera jinan, dikare deng bide dengê Leylayê û encamê bigire.”
 
*Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariya Bedlîsê hatiye kirin ji bo gel tu xizmet nehatiye kirin û got wê ew bi gel re projeyên girîng bikin meriyetê. Zekiyeyê bi lêv kir ku wê bi gelê Bedlîsê re ji bin gelek pirsgirêkan rabin.
BI DÎMEN 
 
*Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya ji Îrlandayê Martîna di roja 104’ê çalakiya Leyal Guven de çû serdana wê û bang li Yekitiya Ewropa, CPT û Konseya Ewropayê kir ku bikevin tevgerê û wiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê de xalên di qanûnên xwe de divê li Îmraliyê jî pêk bîne, dawî li tecrîdê bîne. Em ê bibin dengê Leyla û hevalên Leylayê.”