Gel eleqeyek mezin nîşanî vekirina buroyên HDP'ê dide

  • 16:09 19 Sibat 2019
  • Rojane
WAN - Rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajarê Wanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Qelqelî û Erdîşê buroyên hilbijartinê vekirin. 
 
Rêxistinên bajar û navçeyên Wanê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dikin, li navçeya Erdîş û Qelqeliyê bi gel re buroyên hilbijartinê vekirin. 
 
Erdîş
 
Merasîma buroya hilbijartinê ku li Erdîşê hat vekirin veguherî mîtîngê.  Konvoya HDP'ê ku  namzeda hevşaredartiyê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevserokê DBP'ê yê Wanê  Okkeş Kowa û nênerên KCD'ê jî di nav de bûn li qada ku fabrîkaya şekir lê ye bi konvoyek ji dehan wesayitan pêk dihat hat pêşwazîkirin. 
 
'Gelê Erdîşê li îradeya xwe xwedî derdikeve'
 
Piştre merasîma vekirina buroyê ku hat kirin veguherî mîtîngê.  Di serî de namzeda hevşaredartiyê  Yildiz Çetîn axîvî û wiha got: " Em gelê Erdîşê ku li dijî tundiyê serî netewand û em tenê nehiştin bi dilgermî pêşwazî dikin.  Îro çalakiya Leyla Guven di roja 104'emîn de ye. Daxwaza Leylayê daxwazek mirovî û di heman demê de daxwaza me ye.  Ji bo ku aştî bê vî welatî heta ji destê me bê em ê têkoşînê bidin.  Wê Erdîşê careke din li îradeya xwe xwedî derkeve."
 
Namzedê hevşaredartiyê Mahmut Pala jî wih got: "Şaredariya Erdîşê ji aliyê qeyûm ve wekî qereqol tê bikar anîn lê em bi gelê Erdîşê bawer in ku wê di 31'ê Adarê de li îroadeya xwe xwedî derkeve û di sindoqan de bersîvê bide qeyûman."
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê ji aliyê Bedîa û partîzanên pê re hat vekirin. 
 
Qelqelî
 
Ji bo vekirina buroya li Qelqeliyê jî, Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede, namzedê hevşaredartiya Bajarê Mezin a Wanê  Mustafa Avci û nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên li bajêr  û gelek welatî tevli bûn. 
 
Welatiyên li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bûn, ber bi buroya hilbijartinê bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" meşiyan.  Di serî de namzeda hevşaredartiyê ya DHP'ê ya Qelqeliyê Dîlan Orencî axivî. Dîlan çalakiya Leyla Guven ku di roja 104'emîn de berdewam dike silav kir.  Dîlan di yar kir ku wê gelê Qelqeliyê ji polîtîkaya makarne û komirê re bibêje na. 
 
Piştî axaftinan vekirina buroyê ji aliyê Dîlan û jinan ve hat kirin. Piştî bernameya vekirina buroyê HDP'yiyan li navçeyê serdana esnafan kir û pirgirêkên wan guhdar kirin.